'Bila sînorê Polonyayê tavilê bê vekirin'

Li Zurichê di çalakiyeke saziyên koçberan de hate xwestin ku sînorê Polonyayê bê vekirin û tavilê dawî li vê trajediya koçberan bê anîn.

Piraniya wan Kurd bi hezaran koçber li ser sînorê Polonya-Belarusê asê mane. Rêxistinên koçberan ên li bajarê Zurichê yê Swîsreyê ji bo balê bikişînin ser vê mijarê çalakiyek kirin.

Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî pêk hat. Bi navê saziyan daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Jin û zarok jî di nav de bi hezaran koçber li ser sînorê Polonya-Belarusê tî, birçî û di nava sermayê de hatine hiştin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev trajediya mirovî ji ber polîtîkayên şaş ên dewletên Ewropayê rû daye û divê sînor tavilê li koçberan bên vekirin. Her wiha bang li raya giştî ya Ewropayê bi taybetî jî ya Swîsreyê hate kirin ku bala xwe li ser mijarê be.

Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî belavok hate xwendin û dirûşmên piştgiriya bi koçberan re hatin qîrîn.