Li Bernê êrişa li Qamişloyê hat şermezarkirin

Êrişa du ya dewleta Tirk ku li Qamişlo welatparêzên Kurd kir armanc û rê li ber qetilkirina 3 kes ji heman malbatê vekir, li bajarê Bernê hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li paytexta Swîsre Bernê dijîn daketin qadan û êrişa dewleta Tirk a dagirker ya bi balafireke bê mirov a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê wesayîteke sivîlan bomebebaran kir ku di encamê de 3 welatparêzên Kurd ji malbatekê Yûsûf Gulo,  Muhemed Gulo û Mazlûm Gulo qetilkirî, şermezar kirin.

Kurdistanî li ser banga çalakiyê ya Meclîsa Jinê ya Mizgîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li Bernê saet 18:30’an li pêşiya îstasyona trenê ya navendî hatin cem hev.

Çalakvanan wêneyên her 3 welatparêzên Kurd ên hatinî qetilkirin hilgirtin û li wir li hemberî qetilkirina di serî de her 3 welatparêzan, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi çekên kîmyewî gerîlayan dike armanc dirûşmeyên ku nerazîbûna wan nîşan dida berzkirin.

Di şexsê Yûsûf Gulo,  Muhemed Gulo û Mazlûm Gulo ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê saziyan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst rûyê xwe yê qetlîamger bi dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd ji gelên herêmê re nîşan daye. Armanckirina welatarêzê me Yûsûf Gulo (82) û qetilkirina wî ne tesaduf e. Emê bi bîranîna şehîdên xwe girêdayî bimînin û emê bi têkoşîna xwe ji hesreta wan a Kurdistana azad re bibin bersiv.”

Di çalakiyê de her wiha bang li di serî de Neteweyên Yekbûyî, dewletên Ewropa û saziyên navnetewî hat kirin ku erkên xwe bicih bînin, piştî xwendina belavokên bi zimanê Elmanî çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.