Ciwanên Kurd ji bo Abdullah Ocalan li Viyanayê daketin qadan
Ciwanan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin û fikarên xwe yên li ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.
Ciwanan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin û fikarên xwe yên li ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jin ên Têkoşer û ciwanên enternasyonalîst li qada Wasserweltê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Di vê çalakiyê de ku nîv saetê dewam kir daxuyaniyek hate dayin.
Ciwanan diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser tevahiya Kurdistanê û mirovahiyê tê meşandin û bi bîr xistin ku saleke ew nikarin agahiyê ji rêberê xwe bigirin.
Ciwanan fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Abdullah Ocalan anîn ziman û destnîşan kirin ku heta azadiya Rêberê xwe wê berxwedana xwe mezin bikin.
Her wiha bang li tevahiya ciwanên Kurd jî kirin ku têkoşînê xurtir bikin, azadiyê bi têkoşînê misoger bikin.