Li Basselê stanta agahdarkirinê hat danîn
Endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî li bajarê Basselê bi armanca teşhîrkirina êrişên dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk stant danî.
Endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî li bajarê Basselê bi armanca teşhîrkirina êrişên dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk stant danî.
Li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî ku bi mehane li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomîne, li bajarê Bassel a Swîsreyê stantek ya agahdarkirinê hat danîn.
Stant ji aliyê endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî li Clarapatz’ê hat danîn û belavok hatin belavkirin.
Li wir çalakvanan agahî didan kesên ku derbas dibûn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi çekên kîmyewî pêk tîne sûcê şer û mirovatiyê li hemberî hem jiyana mirov û hem ya xwezayê dike. Stanta ku banga hişyarbûnê li hemberî sûcên şer û mirovatiyê ji Swîsreyiyan dikir wê di rojên pêş me de li navendên cuda yên bajêr dîsa were danîn.