Êrişên kîmyewî li Osloyê hat şermezarkirin
Li Osloyê ya ku paytexta Norweçê ye Kurdistaniyan êrişên kîmyewî protesto kirin.
Li Osloyê ya ku paytexta Norweçê ye Kurdistaniyan êrişên kîmyewî protesto kirin.
Li Osloyê ya ku paytexta Norweçê ye bikaranîna gazên kîmyewî a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya ku ji aliyê dewleta Tirk tê kirin, hate şermezarkirin.
Di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Oslo, li Meydana Egertorget ya Osloyê stant hate danîn. Di çalakiyê de cilên spî hate lixwekirin û belavok li gel hat belavkirin.
Di belavokê de bêdengiya alî û dewletên navnetewî li hemberî êrişên kîmyewî ku di çarçoveya sûcên şer hatine qedexekirin de weke şirîkê sûc hate dîtin û hatin şermezarkirin.
Hevserokê NCD ya Oslo Bavê Hesen û nûnerên PJAK’ê yên Norveçê axaftin kirin û banga “Tu kes bêdeng nemîne” kirin.