Êrişên kîmyewî li Bonnê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya li hemberî van êrişan li Bonnê bi meşekê hatin şermezarkirin.
Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya li hemberî van êrişan li Bonnê bi meşekê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi çekên kîmyewî dike û bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ya li hemberî vî sûcî hatin şermezarkirin.
Bi vê armancê meşek hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bonnê pêk hat.