Endamên Teko-Jin li Berlînê rê li trafîkê girtin

Jinên ciwan li meydana qerebalix a Berlînê rê li trafîkê girtin û destnîşan kirin ku ewê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên mezintir lidarxînin.

Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer (Teko-Jin) li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya bêîtaetiya sivîl lidar xistin.

Jinên ciwan di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet 20:00’an li meydana Pankstrasse ya bajêr ku qerebalix e hatin cem hev û bi qasê 40 deqeyan rê li trafîkê girtin.

Ciwanan pankarta li ser hatibû nivîsandin “Freîheît Fur Abdullah Ocalan” (Ji Abdullah Ocalan re azadî) li naverasta rê vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin û fîşekên hewayî teqandin.

Li wir ciwanan bi daxuyaniyekê diyarkirin ku ewê çalakiyên mezintir lidarxînin û bang li ciwanan xwe kirin ku li her derê dakevin qadan.