'Li dijî tecrîd, dagirkerî û êrişên kîmyewî em berê xwe bidin Strasbourgê'

KON-MED: Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê û dostên xwe yên dijberê şer dikin, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li dijî dagirkerî û êrişên kîmyewî di 13'ê Mijdarê de bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya li Strasbourgê bibin.

Hevserokatiya KON-MED'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di salvegera 23'an a komploya navneteweyî de dewletên mêtinger hewl didin komployê nû bikin û got, "Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî ku di dîroka mirovahiyê de kêm caran hatiye dîtin, tê ferzkirin. Bi rêya vê tecrîda li dijî mirovahiyê, hewl didin ku têkiliya kûr a gelê Kurd û Rêber Apo ji hev qut bikin. Êdî nepêkane ku ev tecrîd bê qebûlkirin. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê êrişa li ser daxwaza jiyana azad a gelan e. Sebra gelê me êdî nemaye ku bi sîstema Îmraliyê bijî. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, têkoşîna me wê bênavber dewam bike."

'DEWLETA TIRK SÛCÊ ŞER DIKE'

KON-MED'ê ragihand ku komploya navneteweyî niha li dijî tevahiya Kurdistanê tê kirin û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk a faşîst mêtinger vê yekê weke firsendê dibîne û li pêş çavên tevahiya cîhanê bi polîtîkayên qirkirinê Kurdistanê dagir dike, li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi çekên kîmyewî bombeyan li qadên gerîla û cihên sivîlan dibarîne û dest bi valakirina gundên Başûrê Kurdistanê jî kiriye. Ev êriş ji bo bêstatuhiştina gelê Kurd e, ji bo tunekirina destketiyên Kurdan e. Ji meha Sibatê û vir ve ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê serî li her rê û rêbazên qirêj dide. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê û piştgiriyah êzên navneteweyî dixwaze encamê bi dest bixe. Artêşa Tirk a faşîst li gel van derfetan jî ji êrişên xwe ti encam negirtiye. Ji ber vê yekê jî polîtîkayên xwe yên dagirkerî, êriş û komkujiyê bi rengê herî qirêj dimeşîne. Êrişên dewleta Tirk a faşîst ku ji 23'ê Nîsanê ve ji bo komkujî û dagirkirina Başûrê Kurdistanê dimeşîne bê encam mane û bi dewamkirina van êrişan pîvan û hiqûqa navneteweyî binpê dike, sûcê şer dike.

'OPCW'Ê GAVEK JÎ NEAVÊTIYE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin çekên kîmyewî yên ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn li gorî peyman û qanûnên navneteweyî qedexe ne û hate gotin, "Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û rêxistinên din ên mirovî, li dijî dewletên ku çekên qedexekirî bi kar tînin dest bi lêkolînê dikin û dikevin nava liv û tevgerê. Tevî dane û delîlên li ser vî sûcê dewleta Tirk a dagirker jî OPCW yan jî aktorên din ên navneteweyî heta niha gavek neavêtine.

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Ji ber vê yekê bi navê Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan divê CPT û Konseya Ewropayê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

Di daxuyaniyê de bang li Hikumeta Federal a Elmanyayê, Neteweyên Yekbûyî, civakên dewletên navneteweyî dikin ku ji ber berjewendiyên aborî bes van sûcan ji nedîtî ve bên. Her wiha em bang li saziya OPCW dikin ku bi erka xwe rabe.

Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê û dostên xwe yên dijberê şer dikin, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li dijî dagirkerî û êrişên kîmyewî di 13'ê Mijdarê de bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya li Strasbourgê bibin."