KCDK-E: Em rêwiyên Keştiya Azadî ji Ocalan re silav dikin

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdan a Ewropayê) diyar kir, ku ji ber çalakiya wan a mezin ew rêwiyên Keştiya Azadî ji Ocalan re silav dikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdan a Ewropayê) derbarê çalakiya Keştiya Azadî ji Ocalan r daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir,bi senaryoyen NATO û DYE ket meriyetê, tevî ku Federasyona Rûsyayê di 4'ê Mijdara 1998'an de bi piraniya dengan biryara penaberiya siyasî ji Rêber Apo re da. Di encama zextên DYE’yê de li tu welatî  mafê penaberiyê nestîne û wisa komployê  berdewam kir.

Rêber Apo di 12'ê Mijdara 1998'an piştî parlementerê Partiya Komunîst a Jinûveavabûna Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovanî keta devrê ji Rûsyayê hat Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye.

Rêber Apo yê ku hate Romayê, çûna xwe ya Îtalyayê bi van gotinan anîbû ziman,  ‘Dema ku ez hatim Îtalyayê, li benda hevaltiyê bûm le êz  hatim girtin.  Dadgehê pişt re desteserkirin rakir lê piştî wê di bin ablûqeyeke pir giran de hatim girtin,bi her awayî hewl hat dayîn ku min birevînin. Yekîneya ewlehiyê ya ku li Îtalyayê bi min re têkildar bû jî hêzek taybet bû, ku bi NATO re têkildar bû.  Hêza kabîneya D'Alemayê nikarîbû dijî wan li ber xwe bide û ne jî haya wan ji wê hêzê hebû.  Guh nedidan kesî, bi serê xwe tevdigeriyan.  Hikumeta Îtalyayê ne ewle bû û ne xwedî hêza biryardar bû. Helwesta Yekîneyên Ewlehiyê ya li hemberî min tundî û bêhurmetî bû. Şopa tiliyên min girtin û weke sûcdarekî wêneyên min kişandin.

Ji bo rastiya dîrokî ya vê komploya navnetewêyî ya li hemberî gelê Kurd û Rêber Apo neyê jibîrkirin û tim li ber çavê mirovahiyê be, Keştiya Azadî ji Ocalan bi rê ket. Keştiya ji Ocalan re Azadî ku di 9'ê Mijdarê de ji bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê bi rê ket, bi girîngiyeke mezin wê di 12'ê Mijdarê de bigihêje bajarê Napolî yê Îtalyayê.

Di keştiyê de ya ku wê di 12'ê Mijdarê de bigihêje Napoliyê,  40 siyasetmedar û aktîvîstên ji Îtalya, Fransa, Katalonya, Brezîlya, Elmanya, Arjantîn, Yewnanistan, Kurdistan û Tirkiyeyê bi armanca bibîranîna van rojên dîrokî di çalakiyê de ne. Di hemen demê da temsilîyet û girêdana gelan a li dijî komploya navneteweyî jî didin xuyakirin. 

Çalakiya Azadî ji Ocalan re ku bersivek li dijî komploya navneteweyî û tecrîda navneteweyî ye û ji gelek welatên cîhanê kesayet û aktîvîst tê de cih digirin. Ev çalakî girîngiyeke dîrokî ye û ji bo komplo were pûçkirin mînakeke baş e. 

Beşdarên çalakiyê ji bo bidawîkirina bêhiqûqî û tecrîda navneteweyî ya 23 salan dest bi vê çalakiyê kirine û diyar dikin ku ew li dijî tecrîda navneteweyî ya li ser Rêber Apo ne.

Daxwazên sereke yên çalakgeran ev e ku tecrîda navneteweyî ya li ser Rêber Apo bi dawî bibe, şerê qirêj ê artêşa Tirk a ku çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd û zarokên wê yên qehreman bi kar tîne raweste û demildest PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Çalakger diyar dikin ku divê artêşa Tirk a ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser tevahiya Kurdistanê bi taybet Başûrê Kurdistanê didomîne, demildest dest ji vê yekê berde û ji herêmên dagirkirî vekişe.

Rêwiyên Keştiya Azadiyê ya Ocalan  destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê pêk were divê Ocalan di şert û mercên azad de rola xwe bilîze. 

Em KCDK-E çalakger û rêwiyên Keştiya Azadî ji Ocalan re silav dikin û diyar dikin ku daxwazên têkoşerên Keştiya Azadî ji Ocalan re daxwazên me ne jî.  Em bang dikin ku Keştiya Azadî ji Ocalan re bi taybet li Îtalyayê bi heybet û dîrokî were peşwazîkirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û li dijî komplo û tecrîde pewîst e li hemû welatên Ewropayê, sazî û gelên me seferber bibin.

Rêwiyên Keştiya Ji Ocalan re Azad ev kes in:

Salvatore Malinconico Nivîskar, Fîlozof (endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Îtalyayê), Giansandro Merli (Rojnameger -il Manifesto), Rojnameger Sofia Gabasino (Dînamo Press Îtalîa), Patrizia Montesanti Rojnameger,(Dinamo press italîa), Stefano Mannironi (parêzerê Îtalî)Maria Mannironi (Serokê Noro ARCI-Îtalya), Rajaa İbnou Quounain (Konfederasyona Yekîtiya Gel a CUB), Josef Karl Heinrich Savary (Doktorê Xaça Kesk, siyasetmedar), Ignacio Argemi Roca (siyasetmedarê Katalan - Serokê berê yê Federasyonê Kênnetew û Gelên Bêdewlet), Anne Degeneve (siyasetmedara Katalanî), Maria Florencia Guarche (akademîsyenê Brezîlya), Nathalia Benavides (Arjantîn), Benedetta Luisa Carolina (Îtalya), Richard Wilde (Almanya), Lotta Sprenger (Almanya), Marie Hélène Sauloy (Derhênerê Fransî), Antoine Cuche (Kameraman fransî), Adriana Masmitja Marin (Katalanya), Yalda Abbasi (muzîsyena Kurd), Fatemê Esmaeilian Zare (muzîsyenê Kurd), Îmam Huseyîn Yıldız (Hevserokê DEM-NED ya Hollandayê), Farqîn Azad ( Muzîsyenê Kurd), Ertugrul  Kurkçu (Parlamentera berê ye HDP'ê), Nursel Aydogan (Parlamentera HDP'ê ya berê), Leyla Îmret (Şaredara berê ya Cizîrê), Besîme Konca (PArlementera berê ya HDP'ê), Yuksel Koç (Hevseroke KCDK-E), Naciye Demîr (Almanya), . dîplomatê Kurd  Eyup Doru, dîplomata jin a Kurd Melike Yaşar, Slyvie JAN (Seroka Komeleya Dostaniya Fransî-Kurdî), Anja Flach (çalakvana Alman), Michèle Laurent (Rêvebere Partiya Komunîst a Fransa), Eleftheria Psychogiou (Rojnamegera Yewnan).”