Li Marsîlyayê meşa ciwanan a bi meşaleyan

Li Marsîlyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşaleyan meşiyan û dirûşma "Ciwan fedaiyên Apo ne" qîriyan.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan azadiya me ye" meşeke bi meşaleyan li dar xistin.

Ciwan nîvê şevê li qaa Belle de Mai li hev civiyan û li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.

Ciwan bi flamayên ji wêneyên Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Liberte pour Ocalan" (Azadî ji Ocalan re) meşiyan.

Piştî meşek ku bi qasî saetekê dewam kir, ciwanan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan a azadiya me ye. Li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê çalakiyên xwe dewam bikin."

Meş piştî daxuyaniyê bi dawî bû.