Li ser sînorê Polonya û Belarûsê piraniya wan jê Kurd drama koçberên qaçax didome. Li pêşiya Yekîtiya Ewropayê krîzeke mezin a penaberên a salên dawîn heye. Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî derbarê hatina penaberan a ber bi Belarûsê raporeke veşartî amade kir. Rapor li rojnameya bi navê Dîe Welt a Elmanyayê hate weşandin. Di raporê de qala hevkariya desthilatdariya Lûkaşenko û rejîma Erdogan hate kirin.
Li gorî belgeyê Belavîa a ku şîrketa asîmanî ya Belarûsê ye bi hevkariya Rêya Hewayî ya Tirk (THY) hefteyê 4-7 sefer ji Stenbolê ber bi Mînskê kiriye. Her balefira ku ji Stenbolê radibe, nêzî 180 koçber tê de bûne. Di raporê de hate diyarkirin şîrketa Fly Dûbaî hemwelatiyên Iraq û Sûriyeyê ji ser Dûbaîyê tîne Mînskê.
DI ROJEVA YE’YÊ DE ZEXTÊN LI SER ŞÎRKETÊN BALEFIRAN HEYE
Di rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de hate diyarkirin dema penaber ji Polonyayê hatine Elmanyayê rola şîrketên Elman ên li ser qaçaxvaniya mirovan heye. Li gorî raporê piraniya hemwelatiyên Tirk, Îran, Sûriye û Iraqê yên li Elmanyayê qaçaxvaniya mirovan dikin.
Rayedarên Yekîtiya Ewropayê hewl didin çareseriyekê ji krîza penaberan re bibîne. Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen piştî hevdîtina bi Serokê Dewleta DYE’yê John Bîden ya li Washîngtonê diyar kir ku wê zextên li ser Belarûsê zêdetir bibin. Roja Duşemê Wezîrên Karê Derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê wê zextên li ser şîrketên balefiran ên ku koçberan tînin Belarûsê bicivin.