Ciwanan li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiyan
Ciwanan gotin “Roj, roja xwedîderketina li berxwedana gerîla ye” û banga berxwedanê kirin.
Ciwanan gotin “Roj, roja xwedîderketina li berxwedana gerîla ye” û banga berxwedanê kirin.
Li banlîyoya Evry ya paytexta Fransa Parîsê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hatin cem hev û li dijî tecrîd û dagirkeriya Tirk meşiyan.
Ciwan saet 19:00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn, pankarta ku bi zimanê Fransî li ser hatibû nivîsandin ‘Ji Rêber Ocalan re azadî’ vekirin û al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK rakirin.
Ciwanan her wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ligel bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê û êrişa duh li Qamişlo ku rê li ber qetlîama 3 endamên malbatekê vekir şermezar kirin.
Endamên TCŞ’ê bi berzkirina dirûşmeyên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Lîberte Poûr Ocalan (Ji Ocalan re Azadî) û “Assassîn Erdogan (Kujer Erdogan)” çalakiya xwe bi dawî kirin.