ROJANE
Hemû Nûçe
-
Daxuyaniya HBDH'ê ya li ser 6-7'ê Îlonê: Dewlet a kujer wê hesab bide
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan kesên ku di Komkujiya Rûm a 6-7'ê Îlonê de hatin qetilkirin di salvegera 67'an de bi bîr anî û got, "Dewlet a kujer wê hesab bide." -
ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyên bi nexweşiya giran 9 roj in di greva birçîbûnê de ne
Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş ên giran ên li Girtîgeha Kiriklarê di roja 9’an de ye. Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Denîzliyê di roja 36’an de berdewam dike. -
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan dîsa rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê ku ji ber nexweşiyên xwe û tevî rapora nikare di girtîgehê de bimîne dewleta Tirk wî bernade, careke din rakirin nexweşxaneyê. -
ENAG: Enflasyona salane ji sedî 181'ê derbas kir
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê ragihand ku di Tebaxê de enflasyona salane ji sedî 181'ê derbas kiriye. -
ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan gefa kuştinê li Tanrikûlûyê HDP’yî xwar
Polîsên Tirk, endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Husamettîn Tanrikûlû destgîr kir û gefa kuştinê lê xwar. Parêzera wî Nagehan Avçîl da zanîn ku ew ji ewlehiya jiyana miwekîlê xwe bi fikar e. -
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê: Semra Guzel vîna gelê Kurd e!
Bi sedan kesên girtina bêhiqûqî ya Parlamentera HDP’ê protesto kirin, peyama, “HDP, ne aktorek a siyasî ya wisa ye ku hûn bikarin bi çend dek û dolaban tune bikin“ dan. -
Heft partî û rêxistin li ber girtina Semra Guzel rabûn
HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP û TOP'ê diyar kir ku divê kes li hemberî kiryarên li dijî Semra Guzel hatiye kirin bêdeng nemîne. -
DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihişt 79'an
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku di meha Tebaxê de 2 rojnamevanên din jî hatine girtin û hejmara rojnamevanên girtî gihiştiye 79’an. -
ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Olûç: Hûn ê çok danîna gelê Kurd nebînin
Serokparlamenterê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li ber Edliyeya ku Semra Guzel lê hatî girtin daxuyanî da, bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê da û got: “Hûn ê nebînin ku gelê Kurd çok tewandiye.” -
‘Em van dîmenan ji salên 90’an û ji darizandinên KCK’ê dizanin’
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Av. Serhat Eren qala dîmenên destgîrkirina Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a bi êşkenceyê kir û got: “Em van dîmenan ji salên 90’an nas dikin û dizanin.” -
Li hemberî rojnamevanan şîdet bikar anîn û ew destgîr kirin
Polîsan mudaxeleyî çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan kirin, li hemberî nûçegihanê MA’yê Dogan Kaynak şîdet bikar anîn û nûçegihana ETHA’yê Elîf Baybûrt jî di nava de gelek kes destgîrkirin. -
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş Polat, Yildirim û Firat çalakî hatin lidarxistin
Endamên ÎHD'ê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hatin ba hev û xwestin ku demildest girtiyên nexweş Fettah Yildirim, Saadet Firat û Ekîm Polat bên berdan. -
HDP: Rojên ku em ê ji desthilatdariyê hesab bipirsin nêzîk in
HDP'ê bertek nîşanî hedefgirtina parlementeran da û got, "Rojên ku em ê li dijî manîpulekirina bertekên civakî yên li dijî pergala qirêj, desthilatdarî û medyaya wê ya ku siyasetmedarên Kurd bi qanûna kemînê dike hedef, hesab bistînin nêzik e" -
Dayîkên Şemiyê wê giliyê polîsan bikin
Dayîkên Şemiyê ragihand ku ew ê derbarê polîsên ku di 30’ê Tebaxê de êrişî daxuyaniya wan kiribûn, gilî bikin. -
Destê Semra Guzel ji paş ve kelepçe kirin, xwestin serê wê bitewînin
Polîsan ji paş ve destê parlementera HDP’ê Semra Guzel kelepçe kirin û ew sewqî edliyeyê kirin. Polîsan xwestin serê wê bitewînin lê Guzel li ber xwe da û serê xwe netewand. -
ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat destgîrkirin
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel a ku di meclîsa Tirk de mafê wê yê destnedayînê hat rakirin, hat destgîrkirin. -
Sancar bertek nîşanê polîtîkaya necezakirinê da
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku qetilkirina ciwanekî li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê, encama nêzîkatiya ewlehîparêz e û bertek nîşanê polîtîkaya necezakirinê da. -
Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de heyetek çû serdana Girtîgeha Kiriklarê
HDP, ÎHD, OHD û Baroya Îzmîrê bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin û xwestin tecrîda li dijî girtiyan bê rakirin û daxwazên girtiyan bên bicihanîn. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
ROJEVA 2'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan êrîşî daxuyaniya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kirin
Dayikên Aştiyê ku xwestin tev li daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Kadikoyê bibin, hatin destgîrkirin. Polîsan, êrîş bir ser girseya ev pêkanîna kêfî protesto kir jî û 75 kes bi êşkence destgîr kirin.