Dayîkên Şemiyê wê giliyê polîsan bikin
Dayîkên Şemiyê ragihand ku ew ê derbarê polîsên ku di 30’ê Tebaxê de êrişî daxuyaniya wan kiribûn, gilî bikin.
Dayîkên Şemiyê ragihand ku ew ê derbarê polîsên ku di 30’ê Tebaxê de êrişî daxuyaniya wan kiribûn, gilî bikin.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza faîl bên dîtin û darizandin di hefteya 910’emîn de çalakiya heftane li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê têkildarî êrişa polîsan a li dijî daxuyaniya wan a li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê ya navçeya Kuçukçekmeceyê dê ji bo 30’ê Tebaxê Roja Windakiriyan a bi Darê Zorê ya Cîhanê li dar bixistana, da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ne dest ji windakiriyên xwe ne jî dest ji mafên xwe berdin” hat vekirin.
Endama Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’a Stenbolê Masîde Ocak daxuyanî da û diyar kir ku wan roja 30’ê Tebaxê xwestine daxuyanî bidin û qerenfîlan deynin ser goran lê polîsan êrişî wan kiriye. Ocak destnîşan kir ku Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn provokasyonan derxistiye û destûr neda ku çalakiya wan pêk were. Ocak da zanîn ku ji ber wan di çalakiya xwe de israr kiriye li ser fermana Hanîfî Zengîn bi sepana kêfî hevalên wan destgîr kirine û bi sûcdariya belav nebûne wan birine midûriyeta polîsan.
EW Ê GILÎ BIKIN
Ocak destnîşan kir ku ew ê mafên xwe yên qanûnî bixin dewrê û giliyê polîsan bikin û got: “Em wek malbat û xizmên windakiriyan bang li desthilatdariyê dikin, hûn mafên me yên destûrî û qanûnî tune dihesibînin. Em ê ne dest ji têkoşîna bo windakiriyên xwe û ne jî dest ji mafên xwe berdin.”
Di daxuyaniyê de Malbatên Windayan jî axivîn.
HERÎ ZÊDE DI DEMA AKP’Ê DE SERDANA GORISTANAN HATIN QEDEXEKIRIN
Hevjîna Windakirî Fehîm Tosûn, Hanim Tosûn destnîşan kir ku desthilatdar û polîsên xwe ji têkoşîna Dayikên Şemiyê ditirsin û got: “Em ê qet û qet ji we netirsin.”
Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jî wiha got: “Min bi destê xwe ewladê xwe radestî dewletê kir lê xwedî derneketin û ew winda kirin. Ez vê êrişa li dijî çalakiya me ya herî mirovî û xwezayî şermezar dikim. Nizanin ku êşa dilê dayikan çi ye. Ez gazî vê desthilatdara ku welat bi rê ve dikim, we bi salan berê soz da dayika Berfo, wê soza xwe bi cih bînin. Qedexekirina serdana goran û çalakiyan li dijî mirovahiyê ye. Herî zêde di dema AKP’ê de serdana goristanan hatin qedexekirin. Dest ji vê berdin.”
Ji malbatên windakiriyan Hasan Karakoç jî axivî û got radestikirina cenazeyan a bi kargoyan û kîsikan bêwijdanî ye.
Parêzerê Xizmên Windakiriyan Ahmet Cîhan jî anî ziman ew ê polîsan gilî bikin.