‘Em van dîmenan ji salên 90’an û ji darizandinên KCK’ê dizanin’

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Av. Serhat Eren qala dîmenên destgîrkirina Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a bi êşkenceyê kir û got: “Em van dîmenan ji salên 90’an nas dikin û dizanin.”

Dîmenên destgîrkirina bi êşkenceyê ya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku di meha Adarê de mafê wê yê destnedayînê hat rakirin, ji aliyê AKP’ê ve li ser medyayê hat weşandin. Berevajî îfadeyên Wezareta Karên Hundir û AKP ku agahiyên di derbarê destgîrkirina Guzel a li Edîrneyê de weşand, OHD’ê di daxuyaniya dayî de diyar kir ku muvekîlê wan li Stenbolê hat girtin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Berbirsyar Av. Serhat Eren têkildarî weşandina dîmenên destgîrkirina Guzel ku îfadeya wê ya dozgeriyê dewam dike got, “Em ji salên 90’an û vir ve nas dikin” û li ser vê rewşê ji ANF’ê re axivî.

HELWESTA DIJMINATIYA AKP’Ê YA LI HEMBERÎ SIYASETMEDARÊN KURD

Eren destnîşan kir ku parlamentiya Semra Guzel hîna dewam dide û wiha got: “Parlamentiya Semra Guzel ne ketiye, tenê di derbarê du lêpirsînan de mafê wê yê destnedayînê hatiye rakirin. Yanî du fezlekeyên wê hene. Her wiha di vê çarçoveyê de niha îfadeya wê tê girtin. Dibe ji dervey wê di derbarê wê de lêpirsînên cuda hebin lê têkildarî du fezlekeyan lêpirsîna wê dewam dike. Ji duh ve ev dîmênên ku Wezareta Karên Hundir yan jî AKP’ê weşandî, hem ne li gorî qanûnên navneteweyî ye hem jî ne li gorî zagonên esas ên hiqûqa hundir e. Bê guman hinek sedemên weşandina van daxuyanî û dîmenan ku tê wateya binpêkirina maf a hiqûqa esas, hene.

Ya yekem; helwesta dijminatiya AKP’ê ya li hemberî siyasetmedarên Kurd. Ya duyem; nêzîkatiya li hemberî siyasetmedarên Kurd a li ser fermanên desthilatdariyê tên vegotin. Biryara dadgehê li ser biryara dozgeriyê tê dayîn û pêvajoya destgîrkirinê jî li gorî fermanên mercî yên daraz tên kirin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku rolê daraz jî di vê pêvajoyê de heye.

Sedema sêyem jî, em hemû dibînin ku di demên dawî de bi taybet li hemberî sîstema AKP’ê ya wêranker û derewker, li Tirkiyeyê refleksek civakî derketiye holê. Ev yek bi hewldana wan a manîpulekirina bertekan û guhertina rojevê, raya giştî bi rojevek din ve mijûl bikin jî dikare bê şîrovekirin.”

BERÊ JÎ HAT KIRIN

Parêzer Serhat Eren her wiha diyar kir ku ev dîmen ne nû ne û di nava salan de gelek caran bi heman zihniyetê hatine çêkirin û wiha pêde çû: “Dizî, gendelî, têkiliyên bi mafyayê re, têkiliyên bi darazê û mafyaya AKP'ê re ewqas derketiye holê ku dozgerek jî xwe hewce nake ku derkeve û li ser talana gendeliyê lêkolînan bike. Dozgerên ku ji bo şopandina van sûcan tevnagerin, mixabin dema ku mijar bi xwe Kurd û siyasetmedarên Kurd be, ji bo lêpirsînê vekin bê sebir dibin û dikevin rêzê.

Em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku wêneyên ku têne pêşkêş kirin li dijî qanûnê ne. Bi taybetî jî hewl dan ku vê dîmen û wêneyê pêşkêşî raya giştî bikin. Em van dîmenên salên 90’î, dîsa ji dema derxistina bi lez û bez a siyasetmedarên Kurd ji meclîsê ve dizanin. Dîsa em van dîmenan ji darizandinên KCK'ê dizanin. Ev kevneşopî û dîmenên dewletê ye ku bi awayekî sîstematîk helwesta dijminatiya dewletê ya li hemberî Kurdan û siyasetmedarên Kurd eşkere dike.”