ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ne tenê li çeper û tunelên berxwedanê qewimî. Di nava 4 meh û nîvan de li gelek baregeh, qereqol, helîkopter û wesayitên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hate xistin û dîmenên gelek ji wan hate kişandin.

- Gelek caran hatiye belgekirin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla û gelê Kurd bikar aniye. Bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê dewleta Tirk ve bûye karekî rûtîn, nîşan dide ku li hemberî têkoşîna gerîla ya 40 sal in ku çiqasî têk çûye.

- Fermandara HPJ'ê Aryen Arê ji fermandarên YRK'ê Simko Serhildan (Macît Kaviyan) di salvegera 11'an a şehadeta wî de bi bîr anî û got, "Bi şer û berxwedana bi pêşengiya wî me serketineke mezin bi dest xist."

- Ji bo ayîna Ermenî ku li Axtamarê cara 10'an hate kirin, destûr tenê ji 46 kesan re hate dayin. Ji Ermenên hatin ayinê jî 65 TL hate wergirtin.