ROJANE
Hemû Nûçe
-
DBP'ê berxwedana li Rojhilat silav kir
DBP'ê berxwedana li dijî êrîşên Îranê yên li ser jinan silav kir û got, "Divê mafê xweparastinê bê bikaranîn. Bêdengî komkujiyê bi xwe re tîne." -
ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Beştaş: Em piştgiriyê nadin tu partiya ku diyalogek zelal neke
Serokparlamentera Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş tevlî civîna gel a ku partiya wê li navçeya Marmarîsê lidar xistî, bû û got: “Em piştgiriyê nadin tu partiya ku diyalogek zelal neke.” -
Rewşa girtiyê nexweşê penceşêrê Dûrmaz giran e
Yekîtiya Têkoşînê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê penceşêrê Huseyîn Dûrmaz û diyar kir ku ne pêkan e ku li girtîgehê bê dermankirin. -
Li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur 756 parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir 756 parêzerên ji Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur ji bo hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan kirine. -
Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên tolhildanê lidarxistin
Însîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li dijî êrîşên çekên kimyewî ya dewleta Tirk a dagirker ya li hemberî gerîlayan, li Balikesîrê febrîqeyeke kîmyayê dane ber agir. -
Saziya Tipa Edlî ambûlans neda Bariş Keve yê ku li girtîgehê hatibû qetilkirin
Bariş Keve li hucreyeke yekkesî ya Girtîgeha Tîpa T a Akçadaga Meletiyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Dema ku malbat çû cenazeyê wî werbigire, ambûlans nedan malbatê. -
Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê fabrîkeyek şewitandin
Milîsên Firat Çaplik a HBDH’ê diyar kir wan li Îzmîrê bi sabotajê fabrîkeyeke kozmetîkê şewitandine. -
Girtiyê siyasî Bariş Keve li girtîgehê hate kuştin
Girtiyê siyasî Bariş Keve li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê, li hucreya yek kesî ku hefteyek bû lê dihate hiştin, hate kuştin. -
Dosya Îmraliyê ya CPT: Bû komîteya şopandinê, ne ya rêgirtina li êşkenceyê
CPT ku ji sala 1999'an û vir ve 8 caran, di nava 10 salên dawî de jî tenê sê caran heyet şand Îmraliyê, li şûna pêşîgirtina li êşkence û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna 'komîteyeke şopandinê' tevgeriya. -
ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xwediyên Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter eşkere bûn
Xwediyên Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter ên 29'emîn diyar bûn. Nûçeya 'Mirina bi guman a li Girtîgeha Aydinê: Kuştin an xwekuştin?' a MA'yê û wêneyê cenazeyê Hakan Arslan ê di kîsekî de hate radestkirin, hêjayî xelatê hatin dîtin. -
ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan êrîşê çalakiya xizmên girtiyan kir: 7 kes destgîr kirin
Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan li Qada Bagcilarê hatin ba hev, rastî êrîşa polîsan hatin. -
Rewşa girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Dûrmaz giran e
Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê bal hat kişandina ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Cîhan Yaşar û Huseyîn Dûrmaz. -
KNK: Jîna Emînî bû qurbaniyeke din a rejîma Îranê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarê qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewleta Îranê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li gel kir ku li dijî wan êrîşên dakevin kolanan û nerazîbûnê nîşan bidin. -
Meşa ber bi Cûdiyê ve: Gel li Kercewsê kom bû
Gelê ku ji Serhed û Êlihê ji bo Meşa Cûdiyê bi rê ketibûn li Kercewsê gihiştin hev. -
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê li hemberî polîsan çalakiyeke çekdarî kir
Milîsên Amara Rojbîn ên HBDH’ê li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê li hemberî wesayîta polîsan çalakiyeke çekdarî kir. -
ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyên di greva birçîbûnê de zihîf bûne
20 roj in greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş li dijî pêkanînên êşkenceyî yên li dijî girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Kiriklarê de dest pê kiriye berdewam dike. Parêzerên OHD’yî gotin ku girtiyên di greva birçîbûnê de zifîf bûne. -
Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê: 9 kes hatin destgîrkirin
Girseya ku xwest bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê daxuyaniyê bide, rastî êrîşên polîsan hat. 9 kes bi kelemçe û êşkenceyê hatin destgîrkirin. -
Ji rojnamevanên girtî re çalakiya ‘name şandinê’
Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ji bo rojnamevanên ku 16’ê Hezîranê hatin girtin, çalakî lidar xistin. -
Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Metîn Încî hate girtin
Li Mêrsînê di 13’ê Îlonê de nûnerê bajêr ê DBP’ê Metîn Încî hatibû destgîrkirin. Încî hate girtin. -
Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Li Şamê hevdîtina MÎT û îstîxbarata Sûriyeyê
Hate ragihandin, ku Şefê Îstîxbarata Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şamê bi serokê îstixbarata Sûriyeyê Elî Memlûk re hevdîtin kiriye.