Pêşbirka Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter a 29'emîn ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hate lidarxistin. Di pêşbirkê de li pênc beşên cuda; 'Nûçeya Tirkî', 'Nûçeya Kurdî', 'Wêne (Nûçeya wêne)', 'Karîkatur' û ji bo bîranîna Gûrbetellî Ersoz 'Nûçegihaniya Jinê' xelat hatin dayin.
Ajansa Mezopotamyayê (MA) di beşên 'Nûçeya Tirkî' û 'Wêne' de hêjayî xelatê hate dîtin. Xelat wê 23'ê Îlonê li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê saet di 18:00 de bi merasîmekê bêne dayin.
NÛÇEYA TIRKÎ
Di beşa 'Nûçeya Tirkî' de ku Candan Yildiz, Farûk Eren, Fatîh Polat, Tûgrûl Eryilmaz, Îbrahîm Varli û Huseyîn Akyol endamên jûriyê bûn, nûçeya 'Îdîaya li ser destavêtina zaroka 2 salî ya li Beylîkduzu' ya Evrîm Kepenek a ji bîanetê, hêjayî xelatê hate dîtin.
Nûçeya 'Mirina bi guman a li Girtîgeha Aydinê: Kuştin an jî xwekuştin?' nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran û Tolga Guney hêjayî Xelata Taybet a Jûrî hate dîtin.
WÊNE
Di beşa 'Nûçeya Wêne' de ku Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezahat Dogan, Refîk Tekîn û Çetîn Altûn endamên jûriyê bûn, wêneyê cenazeyê Hakan Arslan ku di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hate kirin hêjayî Xelata Yekemîniyê hate dîtin. Wêne ji aliyê nûçegihan Eylema Akdag a ji Ajansa Mezopomtayayê ve hatibû kişandin.
NÛÇEYA KURDÎ
Di beşa 'Nûçeya Kurdî' de ku Leyla Ayaz, Kadrî Esen, Sûna Tûnç, Bêrîtan Zagros, Ramazan Olçen endamên wê yên jûrî bûn, nûçeya "Manaya bilibendê û çend sirên Kurdish Mashup 2019' ya Omer Farûk Baran ê ji Dengê Emerîkayê xelat wergirt.
Xelata Taybet a Jûrî ya Nûçeya Kurdî jî radestî Medya Uren a JINNEWS'ê hate kirin ku bi nûçeya xwe ya "Girêdayî êrîşa nijadperest a li Kazakistanê agahiyên nû!" wergirt.
NÛÇEGIHANIYA JINÊ
Di beşa 'Nûçegihaniya Jinê' ya Gûrbetellî Ersoz de ku Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Elîf Akgul, Pinar ûral û Habîbe Eren endamên wê yên jûrî bûn, bi nûçeya 'Polîs dest avêt, dozger, doktor û polîsan nixumand' hêjayî nûçeya Midûra Karên Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş hate dîtin.
KARÎKATUR
Di beşa 'Karîkatur' de jî ku Îmam Cîcî, Sefer Selvî û Asli Alpar endamên wê yên jûriyê bûn, ji du berheman re hate dayin. Karîkatura 'Atlasli' ya Ozgur Evran' û karîkatura kîsê 'cesed ê kulîlk lê bişkivî' yê Mûrat Îpek hêjayî xelatê hatin dîtin.
XELATA RÛMETÊ JI BO DAYIKAN
Xelata Rûmetê jî ji dayikan re hate dayin ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan di çalakiya nobedê de ne.