Polîsan êrîşê çalakiya xizmên girtiyan kir: 7 kes destgîr kirin

Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan li Qada Bagcilarê hatin ba hev, rastî êrîşa polîsan hatin.

Nobeta Edaletê ya ku malbatan ji bo girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan daye destpêkirin, li qada Bagcilarê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Dilşad Canbaz, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê Zeynep Çalihan û Guler Bûgday piştgirî dan çalakiya vê hefteyê.

‘ZAROKÊN ME DIMIRIN’

Xizmên girtiyan ji bo daxuyaniyê bidin ber bi qadê meşiyan, lê ji aliyê polîsan hatin dorpêçkirin. Polîsan qanûna Qeymeqam hincet nîşan da û hewl dan ku girseyê asteng bikin. Li ser vê yekê xizma girtiyekê Fînce Akman ber nîşan da û got: “Zarokên me li girtîgehan dimirin. Em naxwazin ku zarokên me bimirin. Lewma em hatine vir. Em li edaletê digerin.”

Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Zeynep Çalihan nerazîbûn nîşan da û got: “Em hiqûqê dixwazin. Ev ji bo me hemûyan derbasdar e. Êdî bes e. Zarokên me dimirin.”

ÊRÎŞ Û DESTGÎR KIRIN

Polîsan 7 kes bi kelemçeyê destgîr kirin. Xizmên girtiyan Fînce Akman, Cemîle Karakaş, Cemîle Çîftçî, Kûmrî Akgul, Hevseroka HDP’ê ya Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk, Encamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê Zeynep Çalihan û Guler Bûgday hatin destgîrkirin. Malbatan bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana girtîgehan” û tilîliyan bertek nîşanî destgîrkirina dan.

Her wiha Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Emniyeta Stenbolê Hanîfî Zengîn, dest nûçegihana Jinnews’ê Marta Somek şidand û ew derb kir. Di heman demê de polîsan li ser rojnamevanên ku bûyer dişopandin, şîdet pêk anî û nehiştin ku dîmenan bigirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Canbaz bertek nîşanî polîsan da û anî ziman ku her hefteyê dayîkên di temenê 70 saliyê de bi êşkenceyê tên destgîrkirin. Canbaz got: “Tenê ji ber ku dayîk dibêjin, bila êdî cenaze dernekevin, tên destgîrkirin. Em ê sibe jî li qadên cuda bi dayîkan re gotinên xwe bibêjin.”