ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tifaqa Ked û Azadiyê wê sibê dest bi Meşa Cûdiyê bike
Tifaqa Ked û Azadiyê û saziyên ekolojiyê diyar kirin ku dar, axa, çiya û rûbarên li Kurdistanê ne bi tenê ne û gotin ku ew ê li dijî talana xwezayê ya li Şirnexê tê kirin sibê têkevin rê. -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdanek nû kirin. -
Doza Mûsa Anter: Taloqî rojek piştî dembihurîna dozê hate kirin!
Rûniştina doza Mûsa Anter taloqî rojek piştî dembihurîna dozê hate kirin. -
Li Mêrsînê parlementerê MHP’ê xebatkarên şaredariyê kir hedef, 10 kes hatin destgîrkirin
Li Mêrsînê piştî parlamenterê MHP’ê Olcay Kilavûz xebatkarên şaredariyê kir hedef, 10 xebatkarên şaredariyê hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xizmên girtiyan li Îzmîrê daxwaza bidawîkirina tecrîdê kir
Malbatên li Îzmîrê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye, lê nayên berdan li çalakiya Nobeta Edaletê dewam dikin. Malbatan, ji bo çêbûna demokrasiyê daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Buroya Hiqûqê ya Asrinê spasiya 350 parêzeran kir
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, spasiya bi sedan parêzeran kir ku ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê dane. -
‘Li dijî şer û talanê di 17’ê Îlonê de em ê li Meşa Cûdiyê bin’
Di civîna çapemeniyê de ya li Stenbolê hate gotin, li dijî şer û talanê wê di 17'ê Îlonê de beşdarî Meşa Cûdî bibin. -
ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parvekirina stranên Kurdî sûc e!
Salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Yûsûf Guneş ê li ser medyaya dîjîtal strana Kurdî parve kiribû, hate birîn. -
Ji bo Meşa Cûdî banga tevlêbûnê hat kirin
Rêxistinên partiyên siyasî û ekolojiyê yên li Êlihê, banga tevlêbûna meşa ber bi Çiyayê Cûdî ve kirin. -
Li Îzmîrê malbat ji bo azadiya girtiyên nexweş hatin ba hev
Malbatên li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyaye lê nayên berdan, Nobeta Edaletê domandin. -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re careke din serlêdan kirin. -
Malbatên girtiyan: Zarokên me li ber sikratê ne!
Malbatên girtiyan diyar kirin ku girtiyên nexweş li ber sikratê ne û gotin “Em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têkoşîna wan bidomînin.” -
ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Kîlîsê 3 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Kîlîsê tên ragirtin, ragihandin ku li dijî êşkenceyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. -
Girtiyên li Girtîgeha Bafrayê: Dengê me bibihîzin
Girtiyê nexweş Selamî Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayeke keyfî cezayê hucreyê daye wî û got ku zext, sirgûn û gefên li girtîgehê zêde bûne. -
Jinên girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên ragirtin, diyar kirin ku li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. -
Derbeya 12’ê Îlonê hate protestokirin
Bi boneya salvegera Derbeya 12’ê Îlona 1980’an li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin û peyamên berxwedanê hatin dayîn. -
DÎSK-AR: Li Tirkiyeyê hejmara bêkaran bûye 8,5 milyon
Li gorî rapora DÎSK-AR’ê li Tirkiyeyê hejmara bêkaran bûye 8,5 milyon. -
Jinên Tîrêjên Rojê li polîs û nobedaran xistin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Stenbol û Edeneyê di çalakiyan de nobedarek ceza kirine û polîsek jî birîndar kirine. -
Koçyîgît: Li Kurdistanê polîtîkaya perwerdehiyê xwe dispêre asîmîlasyonê
Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît got “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi dersa vebijartî çênabe’ û diyar kir dewleta Tirk dixwaze zarokên Kurdan asîmîle bike. -
Ev jî şebekeya ji Bûrsayê ye
Tevgera Gel a Vejînê ya Osmanî ku navenda wê li Bûrsayê ye, yek ji wan çeteyan e ku di bin baskê desthilatdariyê de ava bûye. Serkêşê vê çeteyê jî firoşkarekî Bûrsayî heye. Endamên vê şebekeya ku dijminê Kurdan e, perwerdeya çekê jî werdigirin. -
HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
HDP’ê diyar kir haveynê tifaqa AKP û MHP’ê dijminatiya Kurdan e û got “Rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e.”