ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevseroka NAV-BEL'ê Arîfe Soysuren û Hevserokên CDK-S'ê Selma Suren û Îsmaîl Kardaş ji bo festîvalê bang kirin û gotin, "Em li benda Kurdistaniyan û dostanin ku roja Şemiyê berê xwe bidin Landgraafê."
- Parlamenterê Swîsreyî Fabian Molina bi rêya hesabên xwe yên medya dîjîtal bang kir ku şerê li dijî Kurdan bê rawestandin. Ji hikumeta Bernê jî xwest ku pêkanînan li ser Erdogan û derdora wî ferz bike.
- Parêzerên ku ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk dan, diyar kirin ku ew dixwazin tecrîdê bişikînin.
- Helmet Dersim ê HPG'î ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de 12'ê tîrmeha 2018'an şehîd bû, bi hezaran hevrêyên xwe li pey xwe hişt ku têkoşîna wî heta kêliya dawî bimeşînin.
- Dayika Emîne ku ji sala 1996'an û vir ve li Komeleya Malbatên Şehîdan dixebite, li her devera ku lê bi cih bû, bi destekî xwe wêneyên şehîdan, bi destekî jî kon hilda.