ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şîne ji bo Şilêr Resûlî ku li Merîwanê dema hewl dida ji êrîşa destavêtinê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, wiha axivî: "Wê nîşan da ku ruhê azadiyê yê jinê çiqasî xurt e. Îran û Rojhilat wê bi jinê azad bibe."
- Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê ku di sala 11'an de ye, bi encamên NCDK a Salzgîtterê dewam dike. Çalageran gotin, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd têne lidarxistin ji bo mirovahiyê ne û bang li her kesî kirin ku erka xwe bi cih bînin.
- Girtiyê bi nexweşiya giran Seyfettîn Demhat ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin, anî ziman ku kesên sivîl û bi unîforma şev û roj diavêjin ser koxûşan û got, yek ji hevalên wan ên bi şev revandin, hingî nikarin agahiyê jê bigirin.
- Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nacî Sonmez ji bo meşa ber bi Cûdî ve banga tevlîbûnê kir û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî talankirina xwezayê têkoşîneke hevgirtî ye.
- Senger Pola yê HPG'î ku 11'ê Tîrmeha 2018'an li Amanosê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, yek ji bi hezaran lehengan bû ku mohra xwe li dîroka têkoşînê ya gelê Kurd xist.