ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç anî ziman ku amadekariyên Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30'emîn temam bûne û got, "Divê roja Şemiyê kes li malê nemîne, bi rengê neteweyî tevlî festîvalê bibe."

- Roja 17'ê Nîsanê yê ku li ser girên berxwedanê yên Zapê destpêkê bersiv da dagirkeran, Fermandar Agir bû. Mîna bazekî lê da. Nehişt dagirker xwe nêzî tunelên berxwedanê bike. Piştre jî jiyaneke ji raperînê li pey xwe hişt. Bû yek ji fermandarên sembol ên berxwedana Zapê.

- Jinên ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin.

- Gerîlaya YJA Starê ku bi temenê xwe yê ciwan tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, di têkoşîna xwe ya ji 16 salan de wezîfeyên xwe hemû bi cih anî û bû milîtaneke heqîqetê.

- CDK-F û TJK-F'ê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê kirin, ku tevlî festîvalê bibin û cih û dema birêketina otobusan eşkere kirin.

- Rêxistinên ciwanan ên Kurdistanê destnîşan kirin ku êrîşên topyekûn tenê bi berxwedaneke topyekûn dikarin bêne pûçkirin û ji ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê xwestin ku bi motîvasyona Meşa Dirêj beşdarî festîvalê bibin.

- Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de veguheriye cezayê îdamê yê pratîkî.