Jinên Tîrêjên Rojê li polîs û nobedaran xistin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Stenbol û Edeneyê di çalakiyan de nobedarek ceza kirine û polîsek jî birîndar kirine.
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Stenbol û Edeneyê di çalakiyan de nobedarek ceza kirine û polîsek jî birîndar kirine.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Li navçeya Şîle ya Stenbolê, yekîneyên me li dijî nobedarên dewleta Tirk a faşîst çalakiyeke koordîneyî encamgir lidar xistin."
Li ser mijarê ev agahî hate dayin, "10'ê Îlonê nava rojê, yekîneyên me, nobedarên dewleta Tirk a faşîst şopandin û li otobana Şîleyê bi bombeyan û çekên ferdî li wesayita wan xistin. Di vê çalakiyê de nobedarekî faşîst ji aliyê yekîneyên me ve hate cezakirin. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi rengekî serketî vekişiyan cihên ewle."
Însiyatîfê diyar kir ku 11'ê Îlonê li Edene-Tûfanbeyliyê danê êvarê li wesayiteke zirxî ya polîsên tevgera taybet xistin û got, "Yekîneyên me bi teqemeniyan li wesayitê xistin ku xisareke mezin li wesayitê bû. Piştî ku polîsên di hundirê wesayitê de derî vekirin, yekîneyên me careke din bi teqemeniyan lê dan. Di encama çalakiyê de polîsekî Tirk bi giranî birîndar bû."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîd û êşkenceya li zindanan her roj giran dibe. Demeke dirêj e agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bi navê Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê heta ku agahiyê ji rêberê xwe werbigirin, em ê çalakiyan bikin. tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye. Em dibêjin ku heta agahiyê ji Rêber Apo werbigirin, çalakiyên xwe bênavber dewam bikin. Yekîneyên me li cihên lê ne divê çalakiyên xwe mezin bikin û heta agahiyê ji Rêberê me werbigire, heta ku Rêber Apo nebêje 'bisekine' bi rengekî bêeman dewam bikin."