Komîsyona Zarokan û ya Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDP’ê di roja pêşîn a perwerdehiyê ya 2022-2023’an de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi kurtasî ev tişt got “Yek ji pirsgirêka sereke ya perwerdehiyê ev e ku zarokan bi wesayîtê dibin dereke din. Piştî darbeya 12’ê Îlonê bi taybetî li Kurdistanê dibistanên herêmî yên leylî hatin avakirin. Di van dibistanan de hate xwestin zarokên Kurdan werin asîmîlekirin û bibin xebatkarên pergalê. Îro jî li gundan dibistan nayên avakirin û tê xwestin ku zarok ji warên xwe dûr bikevin. Ev pergal li Kurdistanê tê kirin.
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAFEKÎ SEREKE YE
Di perwerdehiyê de yek ji hêmana sereke mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye lê ev bi qanûn û makeqanûnê tê astengkirin. Desthilatdariya AKP’ê îro bi dersa hilbijartî ya zimanê zikmakî dixwaze pêşiya vê pêvajoyê bigire. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî sereke ye û nabe ku ev maf bi dersa hilbijartî were çareserkirin. Nabe ku ev bibe tercîhek. Heta ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê kirin wê ferqa di navbera herêman de zêdetir bibe û zarokên Kurd di serî de zarokên Çerkez, Laz, Ereb û gelên din jî wê ji vî mafî mehrûm werin hiştin. Ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî û zanistî divê gav were avêtin.”