Êşkenceya li ser girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê didome. Girtiyê bi nexweşiya epîlepsî Selamî Keleş ê li Girtîgeha Bafrayê tê ragirtin, di hevdîtina telefonê ya heftane ya bi malbatê re kirî de, qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.
SIRGÛNÊN KEYFÎ, CEZAYÊN HUCREYÊ, GEF
Keleş anî ziman ku rastî zextên tund tên û wiha got: “Li ser me zextek derûnî ya tund heye. Sergardiyanê nû, sirgûnên keyfî ferz dike. Cezayên hucreyê dide. Sergardiyan bi gotina ‘Li vir gotina me derbazdar e, gef li me dixwe. Hemû tiştên me ji me distînin û nadin me. Em sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Hevalên me yên ku cezayên wan qediyaye, bi awayeke keyfî nayên berdan.”
‘HAYA ME PÊ NÎNE KU ÇI JI HEVALÊN ME KIRINE’
Agît Tûfan jî yê ku li girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê tê ragirtin, di hevdîtina telefonê ya di 10’ê Îlonê de bi malbata xwe re kiribû de gotibû ku li qawîşan zext tê pêkanîn, 6 girtî li hucreya yek kesî tên ragirtin û 6 girtî jî sirgûnê girtîgehên din hatine kirin.
Tûfan anî ziman ku gardiyanan di nîva şevê de bi ser qawîşên wan de girtine û hemû kel û pelên wan desteser kirine û ev bang kir: “Dema me sedema wê pirsî, gefa kuştinê li me xwarin û 15 rojan cezayê hucreyê dan me. Di demekê de ku 40 hevalên me di heman odeyê de ne, em avêtin odeyên du kesî. 6 hevalên me hatin sirgûnkirin. Haya me pê nîne ku çi ji hevalên me kirine. Bê navber heqaretê li min dikin û gefa sirgûnkirinê li min dixwin. Bi taybetî sergardiyan Mûstafa gefan li me dixwe. Dengê me bibihîzin.”