‘Li dijî şer û talanê di 17’ê Îlonê de em ê li Meşa Cûdiyê bin’
Di civîna çapemeniyê de ya li Stenbolê hate gotin, li dijî şer û talanê wê di 17'ê Îlonê de beşdarî Meşa Cûdî bibin.
Di civîna çapemeniyê de ya li Stenbolê hate gotin, li dijî şer û talanê wê di 17'ê Îlonê de beşdarî Meşa Cûdî bibin.
Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komîsyonên Ekolojiyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser Meşa Cûdiyê ya bi şiara ‘’Em li dijî xerakirina şer û talana xwezayê dimeşin’’ wê 17’ê Îlonê bê kirin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê hat kirin.
Berdevkê Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê Erkan Tepelî û Berdevka Meclîsa Jinan Dîdem Acabey û Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê ya Stenbolê, hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Ferhat Encu û Îlknû Bîrol tev li civînê bûn.
Hevserokê SYKP’a Stenbolê Ronî Goren da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji sala 2015’an heta niha bi konsepta şer nêzî gelê kurd û bindestan dibe û wiha got: “Em baş pê dizanin ku ji sala 2018-2019’an heta niha dewleta Tirk bi polîtîkayeke şer a taybet nêzî herêma Kurdistanê dibe. Hem li bajarên herêmê û hem jî li derveyî sînor li dijî gelê Kurd, xweza û bajarên wan konsepteke êrîşan a dijwar daye destpêkirin. Îro jî bi xedarî êrîşê daristanê li herêmê û zindiyên wê dikin. Armanca esasî ya qirkirina xwezayê jî ew e ku herêmê ji mirovan xalî bikin. Anku birîna daran a li Kurdistanê ne tenê eleqeya xwe bi ekolojiyê re heye. Di heman demê de êrîşeke li dijî nasname, çand û şêweyê jiyanê ya gelê Kurd e. Lewma jî Meşa Cûdiyê xwedî giringiyeke dîrokî ye. Li dijî birîna darên li Parka Geziyê têkoşîneke hevpar hat dayîn. AKP neçar ma ku bi paşde gav biavêje. Heke em têkoşîneke hevpar bidin, em ê bikarin pêşî li birîna darên li Cûdî û siyaseta îmhakirina bi temamî jî bigirin. Çalakiyeke serkeftî ya li vê derê wê bandoreke mezin li raya giştî ya Tirkiyeyê jî bike. Divê em Meşa Cûdiyê, têkoşîna hevpar a li Çiyayên Kazê, li dijî HES û JES’an jî bi hev re vebêjin ku bêhtir kes tev li vê têkoşînê bibin.”
‘HERÊMÊ WEK HERÊMEKE DI NAV SÎNORÊN XWE DE NABÎNE’
Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî bi lêv kir ku AKP polÎtîkaya rûxandin û talankirinê ya li dijî Kurdistanê bi zanebûn dimeşîne û wiha pê de çû: “PolÎtîkayeke plankirî ye. Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin. Talana ekolojiyê jî bi destê cerdevanan tê kirin. Li gel çolkirina herêmê, her wiha AKP ji bo rantê jî vê talanê dike. Bêguman ev yek girêdayiyê polîtîkaya wan a şerê li dijî Kurdan e. Di esasê xwe de vê talanê li ser wê polîtîkayê pêk tîne. Herêmê weke herêmeke di nava sînorên xwe de nabîne. Weke herêmeke divê bê talankirin dibîne. Ji destpêka damezirandina komarê heta niha ev polîtîka her tim dewam kiriye. Berpirsyariya me heye ku divê em li dijî vê polÎtîkaya hişmendiya ekolojîparêz bi pêş bixin. Herî zêde ekolojiya Kurdistanê tê talankirin. Ji bo vê jî her tim hincetan diafirînin. Divê li dijî vê polîtîkaya AKP-MHP’ê bertekên mezin bên dayîn û civak jî di vê mijarê de bê birêxistinkirin. Heke xweza nebe, mirov jî nabe. Her kesê li dijî vê talanê divê berê xwe bide Cûdî û tev li meşê bibe.”
‘DIVÊ HER KESÊ LI DIJÎ TALANA XWEZAYA KURDISTANÊ TEV LI MEŞÊ BIBE’
Endamê MYK’a SMF’ê Mahîr Gurz jî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê “dijminê xweza û ekolojiyê ne” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwezayê weke qada rant, talan û mêtingehê dibînin. Polîtîkaya xwe li ser vî esasî ava kirine. Ev nêzikatiye li Kurdistanê veguheriye nêzikatiyeke taybet. Yek ji giringtirîn alavên siyaseta îmha, înkar û pişaftinê ya li dijî neteweya gelê Kurd e. Çavkaniyên sererd û binerd ên Kurdistanê, dîroka wê, ekolojî û sosyolojiyê wê ji talan û rantê re vekirine. Lê belê hestyariya li hemberî bûyereke biçûk a li Tirkiyeyê, li dijî bûyerên li Kurdistanê diqewimin nayê nîşandan. Neteweperestî, şovenîzm û manîpulasyona desthilatdariyê li ser civakê çêdike çend sedemên vê ne. Ji ewil divê ev hişmendî bê tunekirin. Lewma jî meşa di 17’ê îlonê de gelek giring e. Divê her kesê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê tev li vê meşê bibe û dengê xwe derbixe.’’