Xizmên girtiyan li Îzmîrê daxwaza bidawîkirina tecrîdê kir

Malbatên li Îzmîrê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye, lê nayên berdan li çalakiya Nobeta Edaletê dewam dikin. Malbatan, ji bo çêbûna demokrasiyê daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye, lê nayên berdan ên Îzmîrê daye destpêkirin, di roja 112’emîn de li pêşiya Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bucayê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn û gelek caran dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Çîglî û Balçovayê, rêxistina bajar a Aydinê û navçeya Germencîkê jî piştgirî dan malbatan.

‘BILA HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN‘

Ji xizmên girtiyan Fehîme Poyraz da zanîn ku rewşa girtiya nexweş Aysel Tûglûk xerabe û xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.

‘BERPIRSYAR DESTHILATDARÎ YE‘

 Piştre jî parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû axivî û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Li girtîgehan cînayetên organîzekirî tên kirin. Bi zanebûn girtiyan terkî mirinê dikin. ATK, rêveberiyên girtîgehan, wezareta edaletê û desthilatdarî berpirsyarên van cînayetan in. Em jî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên van cînayetan. Divê êdî hemû kes dengê xwe derxîne. Li Girtîgeha Kiriklarê 8 girtiyên nexweş dest bi greva birçîbûnê kirine. Daxwaza wan jî ew e ku rêveberiya girtîgehê li gorî qanûnan tevbigere. Li welatekî rojnameger û girtiyên nexweş di girtîgehê de, azadî û demokrasî nabe. Heta ku Îmrali di tecrîdê de be, dê tu carî demokrasî neyê vî welatî. Banga me ji bo hemû hêzên ked û demokrasiyê ew e ku têkoşîneke hevpar bimeşînin. Cihê ku ev têkoşîne lê dest pê dike jî têkoşîna girtiyên nexweş e.”

Daxuyanî, bi dirûşmeyên "Heq, hiqûq, edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

DENÎZLÎ

Greva birçîbûnê ya girtiyê nexweş Ekîm Polat (24) ê di Girtîgeha T ya Denîzliyê de tê girtin, ji bo mafê tedawiyê dest pê kiriye, 45 roj in berdewam e.

Songul Îlker a dayika Polat ji bo bicihanîna daxwazên kurê xwe 37 roj in ku li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê dike.

Dayik Songul Îlker bertek nîşan da ku çima Ekîm Polat ji bo doza wî îro li Edliyeya Denîzliyê tê dîtin neanîne û da zanîn ku rewşa kurê wê roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe.