'Tevgera Gel a Vejînê ya Osmanî' yek ji rêxistineke gumanbar a AKP-MHP'ê ye ku hêzeke paramîlîter a rejîmê ye û dijminatiyê li Kurdan dike. Endamekî vê rêxistinê diyar kir ku wan li hemû bajaran rahiştine çekê.
Bi taybetî jî piştî şerê 15’ê Tebaxê yê di nava dewletê de, li navenda giştî ya AKP-MHP’ê bi rêveberên partiyê re û li Meclîsê jî bi parlamenteran re hevdîtin kir; serdanên saziyên cemawerî yên wekî walîtî û qeymeqamtiyê kir û parvekirina van hevdîtinan li ser medyaya civakî; Bi helwest û peyvên xwe wek “karbidestên dewletê” xwe nîşan dan û pê re hin pêkhatin derketin holê. Tevgera Taybet ên Gel, Komalên Ciwanên Ak, Komalên Tevgera Taybet, Fedaiyên Dewleta Tirk, Tevgera Gel a Seferberiya Osmanî ya Navneteweyî, Tevgera Gel a Vejîna Osmanî çend ji van pêkhateyan in. Hejmara van şebekeyên ku piraniya wan bi xewna "osmanî" hatine birêxistinkirin, li Tirkiye, Ewropa û bajarên kurdan her ku diçe zêde dibe.
Yek ji van pêkhateyên ku hewl didin xwe bi gefan bidin nasîn jî Tevgera Gel a Vejîna Osmanî ye. Ev koma çeteyan ku di sala 2017’an de li navenda Bursayê hat avakirin, serkêşiya wê Turabî Ergun dike. Bi gotina wan hema hema li hemû bajaran û di nav tirkên li dervayê welat de xwe birêxistin kirine.
SERKÊŞÊ WAN ERDOGAN E
Tûrabî Ergun hewl dide xwe bişibîne Erdogan; Helbestan dixwîne, axaftinan dike, fermanê dide, lê nikare pesnê heybeta xwe û “doza mezin” biqedîne. Weke neferên "Recep Tayyîp Erdoganê serbilindê alema Tirkiyeyê ku bi cesaret û bawerî li hemberî rêxistinên terorê yên ku sînorên welatê me tehdîd dikin radiwestin û hewl didin li ser sînorên me korîdoreke terorê çêbikin' pozbilindiyê dike. Tûrabî Ergun ê Bursayî bi gotinên olperestî û neteweperestiya rastgiriya Tirk vê îdîayê dike; "Em komek Osmanî ne ku ji aliyê madî û manewî ve ji aliyê tu sazî û dezgehên siyasî û tu kesî ve nayên destekkirin."
GEFÊN KUŞTINÊ
Ergun mirovên li derveyî xwe biçûk dixîne, ji bo xatirê Erdogan gefan dixwe û bi vê gotinê eşkere dike bê refê wî ku der e; "Em ê ti carî li hemberî dewleta xwe, miletê xwe, welatê xwe helwestekê nîşan nedin."
Ev şebekeya ku gefên kuştinê dixwe, eger ne rêxistiniyeke ku yekser bi desthilatdariyê ve girêdayî ye, çima mekanîzmayên dewletê (hikumet, dadgerî, polîs, leşker, medya) bêdeng e. Van gefan dixwe:
* Heta mirinê em bi serokkomarê xwe re ne, êrîş nekin, sebra me difûre. Em hîn nemirin (12'ê Çileya 2017 -Twîtter)
* Recep Tayyîp Erdogan lîderê me ye. Yên destê xwe bidin wî siberojeke wî namîne. (3'ê Tebaxa 2016 - Twîtter)
'SÎLEYA OSMANÎ'
Ergun di civînekê de balê dikişîne ku wêneyê Erdogan lê hatiye daliqandin. Di civînê de ku dîmenên wê li medya dîjîtal hate parvekirin, Ergun mîna leşkerekî AKP'î diaxive: "Ev hilbijartin hilbijartina her kesên dilxwazê welat û milet e. Lewma em ê dengê xwe bidin Tifaqa Cûmhûr. Em ê bi ser bikevin, miletê me wê bi ser bikeve, welatê me wê bi ser bikeve, dewleta me wê bi ser bikeve. Em ê sîleya Osmanî li Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, NATO û tevahiya cîhanê bixin."
DIJMINÊ KURDAN
Li ser çekeke ku tê texmînkirin ji aliyê dewleta Tirk ve di Adara 2018'an de di dema êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê de hatiye bikaranîn, îmzeya Ergun heye: "Serokê Giştî yê Tevgera Gel a Berxwedanê ya Osmanî Tûrabî Ergun, ji Serokê Bajarê Edeneyê Vezîr Ertûgrûl re (17'ê Adara 2019)"
Di dîmenekî de ku 11'ê Mijdara 2018'an hate kişandin û li Youtube hate weşandin, Ergun helbestekê li ser dagirkirina Efrînê dixwîne û dijminatiya xwe ya li Kurdan, nijadperestiya xwe bi rengekî şênber nîşan dide.
PERWERDEYA LI SER ÇEKÊ
Hin Tirkperest-Îslamperestên bi 'Koka xwe Kurd' jî hene ku ketine nava tora Tevgera Gel a Vejînê ya Osmanî ya nijadperest û dijminê Kurdan. Y.A. yek ji van e. Y.A. mikur tê ku bi giştî 13 hezar endamên xwe hene û tevî çeteyên dewleta Tirk perwedeya çekê dîtiye. Y.A. dibêje wezîfeya wî medya dîjîtal e û wiha dewam dike, "Di nava damezrînerên me de leşker û polîs jî hene."
ÇEKÊN BINAXKIRÎ
Y.A. her wiha dibêje ku li gelek deveran çekên hatine binaxkirin hene û diyar dike ku hilbijartinên 2023'an ji bo wan demeke girîng e.