ROJANE
Hemû Nûçe
-
Jinên Tîrêjên Rojê: Fabrîkeya faşîstên AKP’yî hate şewitandin
Înisiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li du bajaran çalakî kirin û diyar kirin, wan fabrîkeyeke çar kat a faşîstên AKP’yî, kargeh û wesayîta gardiyanên girtîgehê û ya MHP’yiyên nijadperest şewitandine. -
Tîma Tolhildanê ya YPS’ê li Kasimpaşayê çalakiyek kir
Tîma Tolhildanê ya YPS’ê diyar kir wan li Kasimpaşaya Stenbolê çalakiyek kirine û bang li hemû kesan kir ku bila li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê tevlî berxwedanê bibin. -
Li Mersînê qirkirina siyasî: 9 kes hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de ya li Mersînê 9 kesên din hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 119’an de didome
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 119’an de didome. -
Ji malbata Ercan 10 kes bi biryara Soylû hatin destgîrkirin
Piştî çalakiya fedayî ya 2 gerîlayên HPG’ê ya li Mersînê, 10 endamên malbata Dilşah Ercan ên bi biryara Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû hatin girtin, 3 roj in bi hincetên kêfî tên destgîrkirin. -
Gunay: Bila Kurd li her derê bibin yek û tifaqa neteweyî mezin bikin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir desthilatdarî dibêje ‘Kurdên herî baş Kurdên mirî ne’ lê gelê Kurd wê li hemberî vê neyartiyê wê azad bijî. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi miwekîlê xwe re ku 8 meh in agahî jê naye girtin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Ji bo kesên şivan Çelîk qetil kirin xelat: Ji dadgehê re spas kirin
Ji cerdevanên ku li Midyadê şivanê bi navê Mûsa Çelîk qetil kiribûn 2 jê beraet kirin û serbest hatin berdan. Ji yekî re jî cezayek wek xelat hat dayîn. Kujeran spasiya heyeta dadgehê kirin. -
Parêzerê Malbata Emînî îdîaya nexweşiyê red kir
Parêzerê malbata Emînî îdiayên ku dibêjin Emînî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye red kir. -
ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HDP li Îskenderûnê bi Elewiyan re li hev civiya
Maseya Elewiyan a Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê li Îskenderûnê bi Elewiyan re li hev civiya. -
Xizmên girtiyan: Vî gelî bi sedsalan serî netewand
Xizmên girtiyan ên Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de bertek nîşanî bêdengiya rayedaran dan û wiha bang kirin: “Vî gelî bi sedsalan serî netewand û dê ji vê saetê û şûnde jî serî netewîne.” -
Piştî çalakiya li dijî mala polîsan a li Mêrsînê 22 kes hatin destgîrkirin
Piştî çalakiya li dijî mala polîsan a li Mêrsînê 22 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Baroya Amedê: Biryara dadgehê ya Davûtoglû skandal e
Baroya Amedê diyar kir ku dadgehê biryar dabû ku Ahmet Davûtoglû, di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de weke şahid bê guhdarkirin û got: "Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandal e." -
Xizmên girtiyan li Îzmîrê Nobeta Edaletê didomînin
Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, li Îzmîrê di roja 117’emîn de dewam dike û ji girtiyan re azadî hate xwestin. -
Polîsên Tirk avêtin ser mala malbata Dilşah Ercan
Polîsên Tirk avêtin ser mala malbata Dilşah Ercan a ku hat ragihandin li Mersînê di çalakiyê de jiyana xwe ji dest daye û 4 kes destgîr kirin. -
Malbata Şenyaşar: Daraza Tirk li gorî kesan û statuyê dixebite
Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne diyar kir ku daraza Tirk li gorî kesan û statuyê darizandinê dike. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin. -
Li Navenda Polîsan a li Mersînê teqînek çêbû
Li taxa Tece ya navçeya Mezîtliyê, li Navenda Polîsan teqînek çêbû. -
ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Girtîgeha Şakranê înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza girtî Damla Erdem û Sevda Tûrgalê hat şewitandin. Berdana her du girtiyan 8 mehan hat taloqkirin. -
Buldan: Wê HDP vê pergalê biguherîne!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna gel a li Semsûrê de axivî û got: “Li her aliyê Tirkiyeyê li dijî desthilata AKP’ê û MHP’ê hêrsek û biryardariyeke mezin heye ku wan ji desthilatê bêxin. Wê HDP vê pergalê biguherînin." -
Parlamentara HDP'ê Guzel di hucreya yekkesî de tê ragirtin
Parlamentara HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku piştî parêzbendiya wê hatibû rakirin û demildest ji aliyê dewletê ve dîl hat girtin, 23 roj in di hucereya yekkesî de tê ragirtin.