ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Tevlî festîvala qeyyûm nebin’
KCD, TJA, DBP, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê derbarê festîvala ku wê qeyyûm li Sûra Amedê li dar bixe daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ‘Bila gelê me tevlî festîvalê nebe’. -
Careke din cezayê dîsîplînê dan Rêberê Gelê Kurd
Eşkere bû ku careke din cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn. Hate ragihandin ku ceza beriya serdana Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê hatiye dayin. -
Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan: Divê dewlet cîddî tevbigere
Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku mafê axaftinê yê Abdullah Ocalan tê desteserkirin û got “Em bang li dewletê dikin ku bila cîddî tevbigere. Pîvaneke dijminatiyê jî heye. Hiqûqa dijminatiyê jî nayê pêkanîn.” -
ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sancar: Çareserî rêya sêyemîn e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Qersê axivî û diyar kir ku Komara ku wê bikeve sedsala duyemîn, wê bi rêya sêyemîn demokratîk bibe û got: “Divê tifaqa HDP'ê jî mezin bibe.“ -
Malbatên girtiyan li ber edliyeyê nobetê digirin
Xizmên girtiyan ên li Îzmîrê, li ber Edliyeya Bayrakliyê li Nobeta Edaletê dewam kir. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê hefteyê 2 caran ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe re pêk bînin serlêdan kirin. -
ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xizmên girtiyan serdana partiyên siyasî kirin
Xizmên girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, li Enqereyê serdana partiyê siyasî kirin. -
‘Bila Tecrîd bi dawî bibe, girtiyên nexweş bên berdan’
Di çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a li Îzmîrê de, careke din daxwaza berdana girtiyên nexweş û bidawîbûna binpêkirina mafên girtiyan hat kirin. -
Avahiya navçeyê ya AKP’ê û 5 wesayîtên polîsan hatin şewitandin
Înîsiyatîfa Jinên Tirêjên Rojê ragihand ku avahiyeke navçeyê ya AKP’ê û du mînîbusên servîsê û sê wesayîtên luks ên polîsên faşîst ên teqawid dane ber agir. -
Musteşarê MÎT'ê Fîdan li Hewlerê bi ITC'ê re hevdîtin kir
Hate ragihandin ku Musteşarê Rêxistina Îstîxbaratê ay Tirk (MÎT) Hakan Fîdan li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi rayedarên Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) re hevdîtin kiriye. -
ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya du mehan eşkere kir
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, bîlançoya çalakiyên ku mehên Tebax û Îlonê li dar xistine eşkere kir. -
Li Îzmîrê nobeta xizmên girtiyan di roja 120’an de ye
Xizmên girtiyan li Îzmîrê Nobeta Edaletê di roja 120’an de domandin. -
Girtiyên li Girtîgeha Ereglî di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konya dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serlêdan kirin. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT prosedurên rakirina êşkenceya li Îmraliyê têxe meriyetê!
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ligel ku rewşa dijwar li holê ye, CPT divê zûzûka daxuyaniyekê bide raya giştî û divê tevdîr û prosedurên ji bo rakirina şertên êşkenceyê têxe meriyetê. -
CPT wê rapora xwe ya li ser Îmraliyê piştî 6 mehan bişîne Enqereyê
Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) çûbû serdana Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir di bin tecrîda mutleq de ye. CPT wê 6 meh şûnde rapora xwe ya serdanê ji rayedarên Tirk re bişîne. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mazlûm Bahadir hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mazlûm Bahadir ê ku li herêma Bestayê ya Şirnexê di şer de şehîd bûbû, li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hate veşartin. -
ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HDP: Li dijî desthilata şer em bibin yek
MYK’a HDP’ê têkildarî manîpulasyonên bi ser pariya wan de daxuyaniyek da û got: “Li dijî rejîma AKP-MHP’ê tifaqa demokaratîk a gelan û lihevkirina civakê nexşerêya me ye. Li dijî desthilata şer li dora têkoşîna azadî û demokrasiyê em bibin yek.” -
Heyeta CPT’yê serdana Îmraliyê kir
CPT’yê ragihand ku di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de di navbera 20-29’ê Îlona 2022’an de bi heyetekê re çûye Îmraliyê. -
Sancar: Aktorê sereke yên ku pêşî li ber vê rejîmê bigre em in
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku Doza Kompasê ya Kobanê, parçeyeke plana rejîmê ye ku dixwaze hebûna xwe bidomîne û got: “Aktorên sereke yên ku dê pêşî li ber vê desthilatdarî û rejîmê bigire û rê li ber serdemeke nû veke, em in.“ -
Cenazeyê gerîlayê ku li Bestayê şehîd bûbû radestî malbata wî hate kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mazlûm Bahadir ku li herêma Besta ya Şirnexê di encama şerê operasyona dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, radestî malbata wî hate kirin.