ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
* Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
* Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan destnîşan kir ku komplogerên 9'ê Cotmehê li hemberî têkoşîna 24 salan têk çûn û got, "Niha jî bi îmhakirina gerîla dixwazin armancên xwe pêk bînin."
* Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan anî ziman ku gerîla bi moral û motîvasyoneke bilind şer dikin û destnîşan kir ku ev rastî di kapasîteya çalakiyan de tê dîtin.
* TJK-E'yê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bernameya çalakiyên şermezarkirinê eşkere kir û bang li jinan hemûyan kir ku li her qadê bi xurtî tevlî bibin.
* Berdevka Qada Perwerdeyê Bêrîvan Kaya bi bîr xist ku 27 sal in li Kampa Mexmûrê perwerdeya bi zimanê dayikê didin û got, sîstema perwerdeyê li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin.
* Şaredariya Çewlikê ya AKP'ê li hin gundên ser bi navendê ve di sala 2013'an de bi îdîaya "hilberîna enerjiyê ya dostê hawirdorê' projeyek xiste meriyetê. Lê belê proje sedema nexweşiyê ye û gefê li hawirdorê dixwe.