‘Bila Tecrîd bi dawî bibe, girtiyên nexweş bên berdan’
Di çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a li Îzmîrê de, careke din daxwaza berdana girtiyên nexweş û bidawîbûna binpêkirina mafên girtiyan hat kirin.
Di çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a li Îzmîrê de, careke din daxwaza berdana girtiyên nexweş û bidawîbûna binpêkirina mafên girtiyan hat kirin.
Li Îzmîrê çalakiya xizmên girtiyên nexweş û cezayên wan qediyaye lê nayên berdan di roja 121’an de berdewam dike. Malbat, dixwazin ku girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyaye lê nayên berdan, berdin, dawî li binpêkirina mafê girtiyan bê û tecrîd bi dawî bibe. Malbat, li ber Girtîgeha Kirklarê hatin ba hev û berdilkên li ser “Azadî ji bo girtiyên nexweş“, “Bila girtiyên nexweş, bên berdan“ li xwe kirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan“, “Heq hiqûq edalet“ hatin berzkirin. Rêxistinên HDP’ê yên navçeya Çeşme û Ûrlayê, piştgiriya xizmên girtiyan kirin. Hevseroka Çeşmeyê ya HDP’ê Menekşe Ecer, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Girtiyên nexweş ku Saziya Tiba Edlî (ATK) nahêle ji girtîgehan derkevin, yek bi yek di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. ATK, ji bo van girtiyan, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne‘ dide. Sedema van mirinan daraza ku biryarên siyasî dide, rêveberiyên girtîgehan ATK û Wezareta Edaletê ne.’’
Ecer got ku em xwe li ber vê zilmê ker nekin û ev bang kir: “Ji bo jiyana azad û demokratîk em bibin dengê girtiyan.“
Fatma Surme ya xizmek ji xizmên giritiyan, banga bidawîbûna tecrîdê dubare kir, got: ‘’Bila tecrîd bi dawî bibe. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Şerê li welat, her ku mezin dibe, zext di girtîgehan de zêde dibe. Bila şer bi dawî bibe, aştî bê.“