Malbatên girtiyan li ber edliyeyê nobetê digirin

Xizmên girtiyan ên li Îzmîrê, li ber Edliyeya Bayrakliyê li Nobeta Edaletê dewam kir.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, ji bo azadiya girtiyan û bidawîbûna pêkanînên tecrîdê yên di girtîgehan de 122 roj in li Îzmîrê destpê kiriye, li ber Edliyeya Bayrakliyê dewam kir. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Balçova û Foçayê piştgiriya çalakiyê kir.

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Sûltan Yagmekanî axivî û got: “Em edaletê dixwazin. Mirovan ji hev û din cuda nakin. Divê dawî li zext û pêkanînan bê anîn. Çima vê zilmê li zarokên me dikin? Bila destên xwe bidin ser wijdanê xwe. Hestiyên zarokan di kîsan de didin, ev edalet e? Nexweşên me û girtiyên cezayê wan qediyaye, berdin.”

Hevseroka HDP’ê ya Foçayê Mûkaddes Işık jî diyar kir ku ew rû bi rûyê pêkanînên nebaş dibin û wiha axivî: “Girtiyên cezayê wan qediyaye, bernadin. Yên nexweş nayên dermankirin. Bi mehan li pey hiqûqê ne. Em bi dayikan re ne. Heta dawiyê em ê bi wan re bin.”

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.