‘Tevlî festîvala qeyyûm nebin’

KCD, TJA, DBP, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê derbarê festîvala ku wê qeyyûm li Sûra Amedê li dar bixe daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ‘Bila gelê me tevlî festîvalê nebe’.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî mîhrîcana ku wê ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve li navçeya Sûra Amedê were lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîhrîcan pêkanîna polîtîkayên qirêj in û hate destnîşan kirin ku helwesta li dijî mîhrîcanê berpirsyariyeke girîng e ji bo parastina nirxên gel yên dîrokî û çandî.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi rêya qeyûman îradeya gelê Kurd desteser kir, li şûna şaredarên ku bi piştgiriya gel hatin bijartin û îradeya gelê Kurd temsil dikin, qeymeqam û walî tayîn kirin. Şarederiyên ku hatin desteserkirin bi destê walî û qeymeqaman veguherî qadên rant û talanê. Festîvala ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve, di navbera 8-16'ê Cotmehê de wê were lidarxistin, bi şirîkatiya qeyûman wê li navçeya Sûrê ya Amedê pêk were. Her çiqas yek ji sebebê lidarxistina vê festîvalê rant û talan be jî helbet sebebê wê yên cuda jî hene. Zîhniyeta ku li rojavayê Tirkiyeyê festîvalan qedexe dike, hewl dide ku li Sûrê bi kêf û coş festîvalekê li dar bixe, ev yek jî bi awayekî aşkere nişan dide ku mebesta vê yekê pêkanîna polîtîkayên qirêj in. Li navçeya Sûrê ya ku 6 taxên wê di dema qedexeyên derketina derve de hatin hilweşandin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

DIVÊ GELÊ ME TEVLÎ FESTÎVALA LI SÛRÊ NEBE

Yên ku navçeya Sûrê ya xwedî dîroka 5 hezar salan e hilweşandin di heman demê de beton rijandin ser cih û warê bîra me jî, bi vê yekê hewl didin sûcên ku li vir pêkanîne veşêrin û bîra me ya dîrokî û çandî tune bikin. Ev festîval jî rêbazeke polîtîkayên şerê taybet e ku xizmeta vê armancê dike. Weke ku tê zanîn Hakan Arslan di sala 2015’an de li Sûrê jiyana xwe ji dest da û piştî 7 salan hestiyên wî di tûrikêkî de radestî bavê wî hatibû kirin. Alî Riza Arslan ê ku bavê Hakan Arslan e bang li gele Kurd kir ku xwedî li nirxên xwe derkevin û got 'Ger gelê me biçe vê festivalê, wê careke din me bikujin.' Ji ber ku şîna kesên li vir jiyana xwe ji dest dane nîvco maye divê gelê me berpirsiyariya xwe ya exlaqî, wijdanî û civakî bi cih bîne û beşdarî vê festîvalê nebe. Zîhniyeta faşîst a ku dixwaze bi vê festîvalê êşên civakî yên gelê Kurd veguherîne amûreke şahiyê, di heman demê de nirx û çanda hevpar a gelê Kurd jî ji xwe re kiriye hedef. Helwesta li dijî vê festîvalê di heman demê de berpirsyariyeke girîng a parastina nirxên me yên çandî û dîrokî ye.

HÊ HÊSIRÊN DAYIKAN ZIWA NEBÛNE

Banga me li hunermendên ku dê beşdarî bernameya festîvalê bibin ew e ku beriya beşdarî vê festîvalê bibin, li dîroka Sûrê binêrin. Hê hêsirên dayikên kesên li wir jiyana xwe ji dest dane zİwa nebûne, nebin alîgirê sûcê vê zîhniyeta faşîst a ku hewl dide bi rêya festîvalê avahiyên ku li ser hestiyên ciwanên me hatine avakirin, bide qebûlkirin. Banga me li tevahiya gelê Amedê, saziyên demokratîk, jinan û nexasim li ciwanan e ku beşdarî vê festîvalê nebin. Ev festîval xizmetê ji  polîtîkayên qirêj re dike û hewl dide ku çanda me, dîroka me û mekanên bîra mirov tune bike. Divê gelê me helwesteke zelal nîşan bidin."