Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ji bo şikandina tecrîdê têkoşîneke mezin a siyasî, hiqûqî û civakî tê kirin û bal kişand ser vî tiştî ku daxwazên di warê hiqûqî de û mûxatabiya di doza Kurdan de jî zelal e û got “Ji bo ku ev mesele bi rê û metodên demokratîk bi sermûxatabiya Abdullah Ocalan were çareserkirin em siyasetê dimeşînin.”
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji ANF’ê re axivî.
Ocalan diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî hedefa komployê berxwedaneke mezin nîşan da û heta asteke mezin komplo pûç kiriye û got “Armanca vê komployê ev bû ku li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê rêyeke bêveger bihata çêkirin. Hêzên navneteweyî yên ku di komployê de rola wan hebû negihiştin armanca xwe. Hêzên navneteweyî yên di komployê de rola wan hebû negihiştin armanca xwe. Li Rojhilata Navîn rastiya Abdullah Ocalan heye ku bandora wî zêde ye û siyasetê domîne dike. Em qala berxwedaneke mezin a 24 salan dikin. Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin a rûmetê domandiye. Ji bo gelê Kurd jî çavkaniya motîvasyonê ye. Tişta ku di 24 salan de nekarîne bi ser bixînin, ji sala 2015’an û heta niha bi metodên cihê, bi vekirina pêşiya hikumeta Tirk, bi destûra hinek tiştan û bi çavgirtinê dixwazin bi ser bixînin.”
LI HEMBERÎ TECRÎDÊ LI HER QADÊ TÊKOŞÎN
Ocalan diyar kir ji bo şikandina tecrîdê têkoşîneke mezin a siyasî, hiqûqî û civakî tê meşandin û got “Heke li vî welatî bêedaletî hebe, li ser mirovan neheqî were kirin, berpirsyariya vî tiştî heye. Wezareta Edaletê û Wezîrê Edaletê ji tişta dema xwe berpirsyar e. A niha çavê xwe ji bêedaletî û bêhiqûqtiyê re girtine, wê dem were ku li pêş dîrokê hesab bidin. Em dizanin Wezareta Edaletê di tecrîdê de çiqasî xwedî rol in. Em nikarin vî tiştî bi Wezareta Edaletê sînordar bikin. Li Qesrê, bi destê AKP û MHP’ê tecrîd hatiye dîzaynkirin. Li Îmraliyê heke Abdullah Ocalan û her sê hevalên din ên li wir rastî rewşeke neyînî werin, ev avadanî berpirsên vî tiştî ne.”
DIVÊ CPT DERBARÊ ÎMRALIYÊ DE AGAHIYAN BIDE
Ocalan diyar kir ku serdana dawîn a CPT’ê girîng e lê şaş e ku tiştên li wir hatine jiyîn salek şûnde were eşkerekirin û got “Li Tirkiyeyê rojev di rojekê de diguhere, di sê rojan de miroz nizane wê li Tirkiyeyê çi biguhere. Ji ber vê jî dema CPT dibêje ‘Em ê çavdêrî û daneyên derbarê serdana xwe ya salek berê, bi destûra Tirkiyeyê eşkere bikin’ ji bo gelê Kurd ne rewşeke wisa ye ku were qebûlkirin. Em vî tiştî qebûl nakin. Derbarê Tirkiye li wir çi dike û çi vedişêre divê Tirkiye li pêşiya çavdêriya CPT dixwaze eşkere bike nebe asteng. Heke astengiyan çêbike, nexwe hin tiştên nelirê hene. Em ê li ser van fikar û gumanan bisekinin. Tu kes ji hikumeta Tirk ne li benda litûf û cihêkariyê ye. Bêguman pozîsyona Abdullah Ocalan pozîsyoneke cihê ye. Di warê temsîliyeta polîtîk, Kurdan û gelên Rojhilata Navîn xwedî pozîsyoneke girîng e. Giraniya gotinên wî hene û bandora paradîgmaya wî heye. Ligel Makeqanûna Derbeyê Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên li wir jî mehrûm hatiye hiştin, polîtîkaya dijminane didome. Divê CPT vî tiştî bibîne. Bêguman CPT’ê ev çavdêrî kiriye lê divê van çavdêriyên xwe bi raya giştî re par ve bike. Divê wisa erzan nêz nebe. Divê vê bêfikaretiya Tirkiyeyê bike rapor.
DIVÊ DEWLET CÎDDÎ TEVBIGERE
Ocalan diyar kir ew 19 meh in nikarin agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin û got “Bi rewşa siyasî de em di pêvajoyeke wisa de ne ku bêyî wî Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin. Li ser wî tê axaftin, felsefe, paradîgmaya wî tê axaftin. Serokkomar bi xwe jî qala Ocalan dike lê li holê mafê axaftinê yê Abdullah Ocalan tune. Di warê siyasî de em nikarin van tiştan qebûl bikin. Em bang li dewletê dikin ku bila cîddî tevbigere. Pîvaneke dijminatiyê jî heye. Hiqûqa dijminatiyê jî nayê pêkanîn. Em dixwazin çûna Îmraliyê pêk were. Divê malbat karibin du hefteyan carekê yan jî hefteyê carekê biçin hevdîtinê. Derbarê rewşa hiqûqî ya Abdullah Ocalan divê parêzer karibin biçin. Ev daxwazên di warê hiqûqî de ye. Di warê muxatabiya doza Kurdan de jî fikra me zelal e. Ji bo ku ev mesele bi rê û metodên demokratîk bi sermuxatabiya Abdullah Ocalan were çareserkirin em siyasetê dimeşînin. Wê têkoşîna me bidome. Di sala 24’emîn a komploya navneteweyî de em ê di 9’ê Cotmehê de li Stenbolê bin. Em ê vê komployê nalet bikin.”