Xizmên girtiyan serdana partiyên siyasî kirin

Xizmên girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, li Enqereyê serdana partiyê siyasî kirin.

Xizmên girtiyên nexweş yên ku li Amed, Îzmîr, Stenbol û Wanê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, Nobeda Edaletê didomînin, li Enqereyê serdana partiyên siyasî kirin. Ji Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Serhat Eren, Hevseroka TÛHAY-DER a Şaxa Wanê Edîbe Babûr û Hevserokê TÛHAY-DER'ê yê Şaxa Amedê Mehmet Gunduz jî hevrêtiya malbatan kirin.

Malbatan ewilî serdana Partiya DEVA'yê kirin. Cîgirê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen malbatan pêşwazî kir. Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Amedê Încî Guler bibîr xist ku meha Çileyê li Enqereyê serdana partiyên siyasî kirine, lê hê jî gavek nehatiye avêtin.

Cîgirê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen diyar kir ku partiya wan li Meclîsê daxuyanî dane û bal kişandine ser vê mijarê. Ekmen bilêv kir ku dê ji niha û pê ve jî balê bikişînin ser rewşa girtîgehan.

Paşê malbat çûn serdana Partiya Saadetê kirin. Cîgirê Serokatiya Giştî Cafer Guneş malbat pêşwazî kirin. Li vir Fehîme Poyraz, dêya Denîz Poyrazê ya ku li avahiya HDP'a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, axivî. Poyrazê destnîşan kir ku tekane daxwaza wan berdana girtiyên nexweş e.

Cîgirê Serokatiya Giştî Cafer Guneş jî bilêv kir ku dê li Meclîsê balê bikişînin ser vê yekê.

Li Partiya Gelecekê jî Sekreterê Giştî yê Partiyê Kaîl Torûn malbat pêşwazî kirin. Çalakgera Nobeda Edaletê Încî Guler jî destnîşan kir ku tekane daxwaza wan berdana girtiyên nexweş e.

Torûn bilêv kir ku li Meclîsê temsîliyeta wan tune ye, lê belê dê rewşa girtiyên nexweş daxilî rojeva xwe bikin.

Hat hînbûn ku malbatan xwestiye hevdîtinê bi CHP'ê re bikin, lê belê CHP'ê bersiv nedaye. Malbat dê sibê serdana Yekîtiya Bijîşkan a Tirk bikin.