ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
KNK: Hikûmeta Ermenistanê xiyanet li Kurd û Ermenan kir!
Konseya Rêvebir a KNK’ê radestkirina du şervanên Kurd ji aliyê Erîvanê ve ji bo dewleta Tirk şermezar kir û got: “Hikûmeta Ermenistanê bi radestkirina şervanên Kurd, xiyanet li Kurd û Ermenan kir.“ -
Sancar: Tifaqa me mezin dibe
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar di axaftina xwe ya li Tekîrdagê de destnîşan kir ku ew bibiryar in ku çareseriyê bînin vî welatî û got: “Îro em ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedanê tifaqa xwe mezin dikin.” -
Milîsên HBDH'ê li Îzmîrê çalakiyek lidar xistin
Milîsên Şenol Sagaltici û Ûmît Tekîn ên HBDH’ê li Îzmîrê li dijî kargeha ku piştgiriya lojîstîk dide artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildan belav dibe, bi hezaran kes hatin destgîrkirin
Çalakiyên protestoyî yên ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê destpêkiribûn, di roja 8’an de berdewam dikin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes hatin destgîrkirin. -
Wekîlê Ermen Manûkyan: Ermenistanê xiyaneteke bi vî rengî nedîtiye!
Parlamenterê Ermen Gegham Manûkyan nerazîbûneke tund nîşanî radestkirina 2 gerîlayên HPG'ê ya ji bo dewleta Tirk da û got, "Ermenistanê 30 sal in xiyaneteke bi vî rengî nedîtiye." Manûkyan got, wê ji hikumeta "dagirker" rizgar bibin. -
Berhemên paqijiyê yên girtiyan tên desteserkirin
Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê ji bo êşkenceyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ku di rojên dawî de zêde bûne, heyetek ava kir. Parêzer Eda Onal anî ziman ku di qawişan de şert û mercên paqijiyê yên pêwîst nayên dayîn. -
ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan êrîşê meşa ciwanan a ji bo Jîna Emînî kir
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin li Kolana Îstiklalê meş li dar xist. Polîsan êrîşê meşê kirin. -
MLKP: Şenol Sagaltici û Umît Tekîn şehîd bûn
MLKP’ê ragihand ku Şenol Sagaltici û Umît Tekîn di encama sûîqestê de şehîd bûn û ev bang kir: “Tetîkçiyên namerd diyarin. Van di nava xwe de nehewînin.” -
Girtiyên nexweş Yûsûfoglû û Dûrmaz terkî mirinê tên kirin
Di çalakiyên ji bo kişandina balê bi ser rewşa girtiyên nexweş Ridvan Yûsûfoglû û Huseyîn Dûrmaz de wiha hat gotin: ‘’Jiyana wan di xeteriyê de, divê demildest bên berdan.’’ -
Dayikên Şemiyê: Dewletê li dijî dayikan şer îlan kir
Dayikên Şemiyê peyama “Heta ku windayê me yê dawî tê dîtin û faîlê dawî tê cezakirin, em ê vê têkoşînê bidomînin” da. -
Li ser rêya Xarpêt û Amedê li dijî wesayîta polîsan çalakî
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Halîl Çavgûn li dijî wesayîta polîsan a ku li ser rêya Xarpêt û Amedê dewriye digeriya, bi bombeyên deng û molotofkokteyl çalakî li dar xist. -
Tifaqa Ked û Azadiyê nexşerêya xwe eşkere kir-HATE NÛKIRIN
Tifaqa Ked û Azadiyê “Nexşerêya” xwe eşkere kir. Di deklarsyonê de peyama “Em welat ji nûve bi şêweyê azad û demokratîk ava bikin” hate dayîn û banga têkoşîna hevpar û yekgirtî hate kirin. -
Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin
Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. -
HBDH’ê li dijî tiryakfiroşan çalakiyek li dar xist
Milîsên Azîz Guler ên HBDH'ê li Stenbolê li dijî tiryakfiroşan çalakiyek li dar xist. -
TEV-DEM: Em xwedî li berxwedana li Îran û Rojhilat derkevin
TEV-DEM’ê ji bo xwedîlêderketina berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir. -
Di 6 mehan de 26 kolber hatin qetilkirin
Di nava 6 mehên borî de 26 kolber hatine qetilkirin û 164 kolber jî birîndar bûne. -
Kaya: Tifaqa heyî ne bes e
Berdevkê SMF’ê Bariş Kaya diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê xwe bi pêkhateya heyî ve sînordar nake, wê hemû dînamîkên têkoşîna civakî bigire nava xwe. -
ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi merasîmekê hatin dayîn. -
MLKP: Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê bû çirûska raperînê
MLKP’ê anî ziman ku qetilkirina hovane ya Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê, bû çirûsak raperînê û got: “Azadiya Rojhilata Navîn, bi azadiya Kurdistanê ve girêdayî ye. Em ê kesên ku me parçe dikin û diperçiqînin, ji holê rakin.” -
Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanê bêdengiyê hat dayîn
Malbatên girtiyan ku li Nobeta Edaletê dewam dikin gotin: “Ên ku dengê xwe nekin hevkarê vî sûcî ne.“ -
Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Emînî porê xwe qusandin
Siyasetmedarên dîlgirtî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ji bo Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq hatibû qetilkirin, porê xwe qusandin. -
80 nivîskaran piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
80 nivîskaran peyameke hevpar weşandin û diyar kirin ew piştgiriyê didin Tifaqa Ked û Azadiyê.