Parêzer Eda Onal ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku wan li ser daxwaza malbatan komîteyek ava kirine û got, “Girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kir, diyar kir ku rêveberî bi giştî di nava helwesteke zordar de ye. Hat gotin ku rêveberî ji diyalog, muzakere û çareseriyê re vekirî nîne û bi vî rengî binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin.”
Parêzer Onal da zanîn ku ji ber şewbê mafê girtiyan ê xwe gihandina derfetên dermankirinê hatiye astengkirin, daxwazên wan ên nexweşxaneyan jî nayên qebûlkirin û got, “Girtiyan nabin nexweşxanê. Hemşîre tînin qawîşan û li wir venihêrînek tê kirin. Bi vî rengî pêvajoya muayene tê kirin. Her wiha girtiyan diyar kirin ku li girtîgehê girtiyên nexweş ên giran hene û her wiha anîn ziman ku daxwazên nexweşan nayên pêk anîn, şert û mercên pêwîst ên tedawiyê nayên peydakirin û her ku diçe rewşa wan girantir dibe.”
LÊGERÎN VEGUHERÎ TECÎZÊ
Parêzer Ona diyar kir ku di hefteyên dawî de lêgerîn gelek zêde bûye û veguheriye tecîzê û wiha berdewam kir: “Mînak girtiyan digotin piştî her hejmartinê bi awayekî keyfî derbasî odeyan dibin. Lê di rewşên asayî de piştî hejmartinê divê kes nekeve odeyên wan. Niha piştî her hejmartinê dikevin odeyê û pêdiviyên paqijiyê yên ku girtiyan bi butçeya xwe ji kantîna girtîgehê dikirin, distînin. Ew îdia dikin ku ev berhemên paqijiyê zêde ne û bi vê hincetê desteser dikin. Lê hincetek wiha nabe.”
DEMA HEVDÎTINAN KURT DIKIN
Parêzer Onal anî ziman ku xwarina girtiyan têrê nake û bi awayekî keyfî hevdîtin tên sînordarkirin û bi vî rengî axaftina xwe domand: “Dema herî zêde ji bo hevdîtina girtîgehê 30 deqe ye û herî zêde jî di destûrê de saetek û nîv e. Jinan tevî ketin û derketina ji qawîşan karîbûn tenê 20 deqeyan hevdîtin pêk bînin. Ji xeynî vê, girtî bi gefa rapor û lêpirsîna dîsîplînê re rû bi rû dimînin.”