ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Piştî ku ‘polîsên exlaqê’li Saqizê jina Kurd a bi navê Jîna Emînî li Tehranê bi êşkenceyê qetil kir û şûnde, xwepêşandanên dest pê kir her kêliya diçe xurtir û germtir dibe.
- Berdevkê SMF’ê Bariş Kaya diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê xwe bi pêkhateya heyî ve sînordar nake, wê hemû dînamîkên têkoşîna civakî bigire nava xwe.
- KNK’ê têkildarê serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Divê Kurd ji van geşedan û guhertinên li Rojhilata Navîn bi giştî sûdê werbigirin û bi taybetî jî welatên ku Kurdistan dagir kirine, li ber guherînê ne. Ji bo vê jî Yekitiya Neteweyî ya Kurd pêwîstiyeke jiyanî ye.”
- Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 350 parêzerên ji welatên cuda serlêdan kiribû. Ji parêzeran Selma Benkhelîfa ya Belçîkayî, helwesta CPT’yê rexne kir û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.“
-Komîteyên Zindanê yên PKK û PAJK’ê şehîdên qetlîama di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ya ku di 24’ê Îlona 1996’an de û hemû şehîdên zindanê bi bîr anî û banga geşkirina têkoşînê kir.
-Ji Los Angelesê heta Bêyrûdê ji Madrîdê heta Atînayê li hemû kolanên dinyayê, piştgiriya berxwedana li Îran û Rojhilat hate kirin.
-Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik diyar kir li Kurdistanê hemû benav, maden, rê, dîwar û her tişt bi hinceta ‘ewlekariyê’ tê kirin û bal kişand ser vî tiştî ku hemû jî bêhiqûqî ne.
-Li gelek welatên Ewropayê bi pêşengiya TJK-E wê qetilkirina Jîna Emînî were protestokirin û ji bo jinên li ber xwe didin jî çalakî were kirin.