ROJANE
Hemû Nûçe
-
HBDH: Ji 12'ê Îlonê û vir ve îradeya şoreşger nekarî teslîm bê girtin
HBDH'ê got, "Şopdarên şoreşgerên ku 12'ê Îlonê nekarî bi wan, faşîzma AKP-MHP'ê jî nikare bi wan, nekarî teslîm bigire û biqedîne." -
YPS: Em metropolan li AKP û MHP’ê veguherînin Zapê!
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir Pêngava Serfiraziyê ya ku wan di 10’ê Tebaxê de daye destpêkirin mehek li dû xwe hiştiye û got “Em her qadên metropolên Tirkiyeyê li hemberî çeteyên faşîst ên AKP û MHP’ê veguherînin şerê Zapê.” -
ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Cîdeyê bi çekê êrîşê karkerên Kurd hat kirin
Di êrîşa bi çek a li dijî karkerên Êlihî yên li Cîdeyê de karkerek hat qetilkirin, karkerek birîndar bû. -
Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kirin
Greva birçîbûnê ya 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ya li dijî binpêkirinên mafan ên bêhempa berdewam dike, hat ragihandin ku 3 girtiyên din jî dest bi grevê kirine. -
Elmanya dosyayên Tirkiyeyiyan dide Enqereyê
Rexneyên Elmanyayê yên li Tirkiyeyê dike, tenê bi gotinê dimîne. Berlîn ji aliyê hiqûqê ve jî hevkariyê bi Enqereyê re dike. Naveroka dosyayên 'sûc' ên dide Enqereyê eşkere nake. -
ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dayîkên girtiyên nexweş hatin destgîrkirin
Polîsan êrîşê çalakiya dayîkên girtiyan a li Kadikoyê kir. Dayîk û gelek kesên HDP’yî bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. -
Rewşa girtiyên nexweş Sîncar û Bozan giran e
Li Enqereyê û Stenbolê bal hat kişandina ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Eşref Sîncar û Dîcle Bozan û hat gotin ku divê demildest bên berdan. -
Li Îzmîrê aqûbeta Bîlgîn ê 'hatî windakirin' hat pirsîn
Malbatên li Îzmîrê aqûbeta Kenan Bîlgîn ê li Enqereyê hat destgîrkirin û windakirin pirsîn. -
Dayîkên Şemiyê ji bo kesên di darbeya 12’ê Îlonê de hatine windakirin li hev civiyan
Dayîkên Şemiyê ji bo kesên di darbeya 12’ê Îlonê de hatin windakirin li hev civiyan û banga hesappirsînê kirin. -
Xizmên kesên hatine windakirin vê hefteyê li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn
Xizmên kesên hatine windakirin vê hefteyê li aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn. Eroglû di sala 1995’an de hatibû destgîrkirin û careke din agahî jê nehatibû stendin. -
Sancar: Gelê Kurd ew ê vê desthilatdariyê efû neke
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got, “Gelê Kurd wê hişmendiya desthilatdariyê ku hestiyên zarokên wan di kisîkan de dide destê malbatan, efû neke.” -
Kesên di Komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin hatin bîranîn
Di çalakiya bîranîna kesên di Komkujiya Gar a Enqereyê de hatin qetilkirin, peyama “Em ê têkoşînê xwe bidomînin, hêrsa me mezin dibe” hat dayîn. -
Dayîka Emîr Karakûm banga hestiyariyê kir
Emîr Karakûm ê bi mehan e li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, bi daxwaza darizandina edlî û li dijî êşkenceyên sîstematîk yên gardiyanan 3 meh in dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. -
HBDH’ê li Gebzeyê çalakiyeke sabotajê li dar xist
Milîsên Rêzan Amed ên HBDH’ê ji bo silavkirina girtiyên li zindanan li ber xwe didin li fabrîkeya ta û dezî çalakiyeke sabotajê kir. -
Ozcan: Tifaqa me ne maseyek e
Endama MYK ya HDP’ê Sûltan Ozcan diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku li ser banga HDP’ê hatiye avakirin ne tevgereke maseyê ye. -
ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê -
3 girtiyên din jî tev li greva birçîbûnê ya Girtîgeha Kiriklarê bûn
Koma duyemîn jî tev li çalakiya greva birçîbûna yê bêdem û dorveger bû ku girtiyên nexweşên giran ên di Girtîgeha Kiriklarê de lê dewam dikin. -
‘Semra Guzel vîna gel e‘
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Beylîkduzuyê, girtina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel şermezar kir û diyar kir ku Guzel vîna gel û jinan e û got: "Semra Guzel rûmeta me ye.” -
Endamê MYK’ê ya DBP’ê Yaşar hate destgîrkirin
Endamê MYK’ê ya DBP'ê Eşref Yaşar li Midûriyeta Serbestiya Kontrolkirî hat destgîrkirin. -
Aysel Tûglûk birin nexweşxaneyê
Yuksekdag da zanîn ku nexweşa demansê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a girtî, rakirin nexweşxaneyê. -
ÎHD’ê Nobetên Aştiyê da destpêkirin: Demildest tecrîda li Îmraliyê rakin-HATE NÛKIRIN
Şaxên ÎHD’ê yên Enqereyê û Îzmîrê Nobeta Aştiyê dan destpêkirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Tukdogan got ku divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. -
OHD: Girtîgeh bûne navendên êşkenceyê
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê xwest ku girtiyên nexweş demildest bên berdan û diyar kir ku girtîgeh veguherîne navendên êşkenceyê. -
Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.