‘Semra Guzel vîna gel e‘
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Beylîkduzuyê, girtina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel şermezar kir û diyar kir ku Guzel vîna gel û jinan e û got: "Semra Guzel rûmeta me ye.”
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Beylîkduzuyê, girtina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel şermezar kir û diyar kir ku Guzel vîna gel û jinan e û got: "Semra Guzel rûmeta me ye.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Beylîkduzuyê, di der barê dîmenên şideta polîsan a li Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ku 2’yê Îlonê hat girtin de daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Beylîkduzuyê hat dayîn. Rêvebirên bajêr, hevserokên navçeyan, endamên Sendîkaya Perwerdekarên Şoreşger (DES) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma “Semra Guzel rûmeta me ye“ hat berzkirin û pankartê “Dest nede îradeya gel! Semra Guzel rûmeta me ye“ hat vekirin.
Metinê daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka HDP’a Beylîkduzuyê Adalet Unlu ve hat xwendin. Unlu destnîşan kir ku yên her nelirêtî û diziyê dikin bi serbestî digerin û li kirina sûcan dewam dikin lê destpêkê mafê destnedayînê yê parlamentera wan Semra Guzel bi dek û dolabên desthilata AKP-MHP’ê hatiye rakirin û piştre bi senaryoya Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman 2’yê Îlonê hatiye girtin.
Unlu got ku destgîrkirin û awayê destgîrkirina Semra Guzelê nehiqûqî ye û got: “Qeyda wê ya girtîgehê ya ji ber ku parlamenter e nehatiye çêkirin, bi rêya hekîmiya ku bi KHK’ê hatiye îxraçkirin hatiye çêkirin. Ev yek deqeke qirêjî ye li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hatiye xistin.“
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmên “HDP gel e, gel li vir e“ û “Semra Guzel îradeya me ye“ bi dawî bû.