Kesên di Komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin hatin bîranîn

Di çalakiya bîranîna kesên di Komkujiya Gar a Enqereyê de hatin qetilkirin, peyama “Em ê têkoşînê xwe bidomînin, hêrsa me mezin dibe” hat dayîn.

Çeteyên DAÎŞ’ê di 10’ê cotmeha sala 2015’an de li Gar a Enqereyê di nava Mîtînga Ked û Demokrasiyê de bombe teqand. Di encama teqînê de 104 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di hefteya 71’an de jî li Qada Gara Enqereyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de malbatên kesên hatine qetilkirin, Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Sekretera Jin a KESK’ê Done Gevher, Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Nejla Kurul û gelek kesên din amade bûn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê girseyî Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) Mehtap Sakîncî Coşgûn axivî.

Coşgûn, anî ziman ku li dijî sivîlan komkujiyeke mezin hate kirin û wiha got: “Kêmek ma ye ku komkujî bikeve sala 7’an lê hêj jî edalet pêk nehatiye. Bi salaye em li benda edaletê ne û ev hêvî roj bi roj kêm dibe. Bêedaletî li me hate kirin. Em bi hêrseke mezin dikevin Cotmehê. Daxwaza me ew e ku kujer êdî bên darizandin. Li vî welatî mezintirîn komkujiya sivîlan hate kirin. Lê her ku em daxwaza edaletê dikin, dibînin ku çendek piyon tên darizandin. Tevî 7 salan jî ji hêla edaletê tu pêşketin çênebûn. Heke di destpêka darizandinê de weke ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ bihata qebûlkirin wê rewş niha wiha nebûya. Lê tevî her tiştî jî wê têkoşîna me bidome. Em ê di 10’ê cotmehê de ji bo qurbaniyan merasîma bîranînê li dar bixin. Banga me li her kesî ew e ku tev li bibin.”

Piştre jî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî û got ku heta kesên komkujî pêk anîn û hêzên li pişt wan tên dîtin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Merasîm bi dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Wê roj bê ku dewran biguhere û kujer hesabê bidin” bi dawî bû.