Elmanya dosyayên Tirkiyeyiyan dide Enqereyê

Rexneyên Elmanyayê yên li Tirkiyeyê dike, tenê bi gotinê dimîne. Berlîn ji aliyê hiqûqê ve jî hevkariyê bi Enqereyê re dike. Naveroka dosyayên 'sûc' ên dide Enqereyê eşkere nake.

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock ku meha Tîrmehê serdana Enqereyê kir û hin hevdîtin pêk anî, kiryarên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên têkildarî hiqûqê rexne kiribû. Baerbock xwestibû ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bêne anîn.

Careke din eşkere bû ku rexneyên rêveberiya Berlinê yên têkildarî bêhiqûqiya rejîma Enqereyê tenê gotin e û di pratîkê de ti wateyeke xwe nîne. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût beriya çend rojan têkildarî mijarên hiqûq û ewlekariyê de pêşnûme pirsek li ser hevkariya Elmanya û Tirkiyeyê pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Bersivê balkêş ji Gokay Akbûlût re hatin dayin.

SALANE BI DEH HEZARAN DOSYA JI TIRKIYEYÊ RE TÊNE DAYIN

Li gorî bersivê, agahiyên li ser welatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê sûcek kiribe û li Daîreya Qeydê ya Navendî ya Federal hatibe qeydkirin, bi rêk û pêk ji Midûriyeta Giştî ya Statîstîk û Sicîlên Edlî ya Wezareta Edaletê ya Tirk re têne şandin. Statîstîkên di bersivê de hatin eşkerekirin û gihîşt ANF'ê, nîşan didin ku salên dawî hejmara dosyayên 'sûc' ên ji Enqereyê re hatine ragihandin gelekî zêde bûye.

Hejmara dosyayên radestî Enqereyê hatin kirin di sala 2017'an de 47 hezar bû, ev hejmar sala 2018'an bû 51 hezar, sala 2019'an bû 57 hezar, sala 2020'î bû 63 hezar û par jî bû 69 hezar dosya. Wezareta Edaletê di bersivê de li ser naveroka dosyayan agahî neda.

Serdozgerê Federal Peter Frank destpêka meha Tîrmehê çûbû Enqereyê û tevî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kiribû. Lê belê rêveberiya Berlinê têkildarî hevdîtinên Frank agahî neda.

Hikumeta bi serokwezîrtiya Olaf Scholz di mijarên hiqûq û ewlekariyê de hevkariya ku bi Tirkiyeyê re dike mîna 'sir'ekê vedişêre. Li ser vê yekê Parlamentera Partiya Çep beriya çend rojan pêşnûme pirseke din pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Gokay Akbûlût pirsî ku dosyayên 'sûc' ên radestî Tirkiyeyê têne kirin ji kîjan 'sûc'an pêk tên, lê belê hikumetê bersiva pirsê neda.