HBDH’ê li Gebzeyê çalakiyeke sabotajê li dar xist

Milîsên Rêzan Amed ên HBDH’ê ji bo silavkirina girtiyên li zindanan li ber xwe didin li fabrîkeya ta û dezî çalakiyeke sabotajê kir.

Milîsên Rêzan Amed ên HBDH’ê got “Milîsên me ji bo silavkirina berxwedana zindanan çalakiyên xwe didomînin. Ji bo silavkirina hevrêyên me yên li zindanan û bîranîna hemû şehîdên me yên zindanê, me li Gebzeyê çalakiyeke sabotajê kir.

Di saetên pêşîn ên 6’ê Îlonê de milîsên me bi sabotajê fabrîkeya ta û dezî ya li Gebzeya Kocaeliyê şewitand. Ji ber şewatê xisareke mezin fabrîkeyê pêk hat.

Me di salvegera şehadeta heval Kemal Pîr ên ku di rojiya mirinê ya di sala 1982’an de nemir bûbû, ev çalakî li dar xist. Bi vê çalakiyê em berxwedana li zindanan silav dikin. Em sozê didin hemû gelê xwe ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Zindana Îmraliyê li ber xwe dide, em ê hemû girtiyên şoreşger azad bikin.”