Endamê MYK’ê ya DBP’ê Yaşar hate destgîrkirin
Endamê MYK’ê ya DBP'ê Eşref Yaşar li Midûriyeta Serbestiya Kontrolkirî hat destgîrkirin.
Endamê MYK’ê ya DBP'ê Eşref Yaşar li Midûriyeta Serbestiya Kontrolkirî hat destgîrkirin.
Endamê Desteya Rêvebir a Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Eşref Yaşar hate destgîrkirin. Yaşar ku berê bi hinceta ku pere ji xizmên xwe yên girtî re şandiye li Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê doz lê hatibû vekirin û derbarê wî de biryara kontrola edlî hatibû dayîn, gava çû Midûriyeta Serbestiya Kontrolkirî, li vir hat destgîrkirin.
Polîsan Yaşar ji vir birin Qereqola Polîsan a Gungorenê. Tê payin ku Yaşar sibê sewqî dadgehê bê kirin.