Li Îzmîrê aqûbeta Bîlgîn ê 'hatî windakirin' hat pirsîn

Malbatên li Îzmîrê aqûbeta Kenan Bîlgîn ê li Enqereyê hat destgîrkirin û windakirin pirsîn.

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” ku du hefteyan carekê li dar dixe, li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê pêk anî. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in lê windakirî li ku ne?” hatibûn vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn hat pirsîn ku di 12’ê îlona sala 1994’an de hatibû destgîrkirin û windakirin.

Di çalakiyê de Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Caner Canli serpêhatiya Bîlgîn xwend û hewldanên malbata wî ya ji bo aqûbeta kurê xwe vegot.

Piştî xwendina serpêhatiya Bîlgîn, beşdaran çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li dar xist û daxuyanî bi dawî bû.