ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Celalettîn Delîbaş di salvegera 42’emîn a şehadeta wan de qala 5 fedaiyên ku hevalên wî yên zaroktiyê û têkoşînê bûn kir ku her 5 hevalên wî çawa li hemberî îxanetê bi rûmet li ber xwe dane.

-Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê Sûltan Ozcan diyar kir Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku bi banga HDP’ê hatiye avakirin, ne tevgereke maseyê ye.

-Li Rojava li kolan, qad, eywanên şanoyê û navendên çandê festîval û nîşandanên sînemayê hene. Bi rêya sînemayê çîroka Kurdên azad carinan wekî gerîla û carinan jî wekî karaktereke jin a azad tê vegotin.

- Yek ji Fermandarên Koordîneya Pêngava Duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê komkujî û liv û tevgera şaneyên DAÎŞ’ê zêdetir bûye û ji ber wan êrîşan, operasyon dereng ketiye.

-Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê Emîr Karakûm bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye, ji bo darizandina adilane û êşkenceya sîstematîk a gardiyanan 3 meh in di greva birçîbûnê de ye.