ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyên nexweş dest bi greva birçîbûnê kirin
Sê girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê ragihandin ku li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. -
4 roj in tu agahî ji girtiyê ku gardiyanan êşkence lê kir nayê girtin
Ji girtiyê bi navê Mîrza Çaglayan ê di Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê de ku gardiyanan êşkence kir, 4 roj in tu agahî nayê girtin. -
Li Îzmîrê xeleka aştiyê: Ji şer re na!
Endamên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ku di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de xeleka aştiyê çêkir û diyar kirin ku ew li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin. -
Li Sakaryayê êrîşî karkerên ji Amedê hate kirin: 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê 30 kesan êrîşî karkerên ji Amedê kirin. Di êrîşê de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn. -
‘Desthilatdariyê texrîbateke mezin çêkir’
Civaknas Mûstafa Altintop diyar kir ku desthilatdariyê 20 salan bi siyaseta xwe ya dijminatiyê, bi krîmînalîzekirin û terorê re pirsgirêkên giran çêkiriye û rê li ber texrîbatên mezin vekiriye. -
HBDH'ê şehîdên Tebaxê bi bîr anî: Hesabê wan wê bê pirsîn!
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) fremandar û şervanên ku di salên cuda de meha Tebaxê şehîd bûn bi bîr anî. -
HDP'ê Vedat Turkalî bi bîr anî
Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP'ê Omer Ocalan "çinara wêjeyê û mirovê aştiyê" Vedat Turkalî di salvegera 6'an a wefata xwe de bi bîr anî. -
ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêxistinên Elewiyan serdana HDP’ê kir
Rêxistinên Elewiyan, serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kir û hevdîtin bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar re kir. -
‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe‘
Di meha 128'emîn a Komkujiya Roboskî de Hewldana ji bo Roboskî Edalet daxuyanî da û got: “Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe.“ -
ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xizmên girtiyan û Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz hatin destgîrkirin
Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser êşkênce û mirinên di girtîgehan de xwestin bi parlamenterên HDP’ê re li Qada Mecîdiyekoyê daxuyaniyê bidin, Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz û Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol hatin destgîrkirin. -
‘Divê girtiyê nexweş Yûlû demildest bê berdan’
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen,bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş Ebûbekir Yûlû û xwest demildest serbest were berdan. -
‘Bila girtiyê nexweş Kemal Gomî serbest bê berdan’
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo girtiyê nexweş Kemal Gomî yê ku tevî biryara binpêkirina mafan a DMME’yê û rapora ATK'ê jî nehat berdan, çalakiya rûniştinê li dar xist. -
Parêzer Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bîranîn
Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di roja 238’emîn a rojiya mirinê de ji bo darizandineke adil jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bîranîn. -
Wê hatibana berdan lê hatin windakirin!
Dayikên Şemiyê ji bo Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik ên 27 sal berê di roja ku wê bihatibana berdana de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin winda kirin, daxwaza edaletê kirin. -
Operasyoneke nû li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Qereçoxê hat destpêkirin
Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand ku îro siharê hêzên wan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li çiyayê Qereçoxê qonaxa şeşemîn a operasyona bi navê ‘Cesareta polayî’ dane destpêkirin. -
Komîteya Wezîran a KE'yê ji bo Rêberê Gelê Kurd ji Tirkiyê parastin xwest
Ji rêvebirên Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE), biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li benda parastina Tirkiyeyê ye. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Wan û Beşîkduzuyê dewam dike
Grevên birçîbûnê yên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêkanînên keyfî yên rêveberiyan, li Girtîgeha Wanê di roja 27’an de û li Girtîgeha Beşîkduzuyê jî di roja 44’emîn de didome. -
‘Ê arşîva OSYM’ê da îmhakirin Erdogan e’
Hat îdiakirin ku Serokkomarê Tirk Erdogan, ji bo girtina rê li ber rastiyên têkildarê ezmûnên bi guman ên sala 2002-2012’an di bingeha OSYM’ê de hatine kirin, fermana îmhakirina arşîvên OSYM’ê daye. -
ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Banga ji bo xwedîderketina li rojnameya Evrenselê
Platforma Ked û Demokrasiyê ku bertek nîşanê betalkirina mafê weşandina îlanên fermî û reklaman a rojnameya Evrenselê da, banga piştevaniyê ya bi rojnameyê re kir û bang li BÎK’ê kir ku dest ji biryara xwe berde. -
Berxwedana karkerên ÎBB’ê di roja 30. de ye
Karkerên ku berxwedana wan a li dijî ji kar avêtinên bêhiqûqî ya ji aliyê rêveberiya ÎBB’ê li Parka Saraçhaneyê dabûn destpêkirin ket roja 30’emîn. Karkeran peyama “Em ê bi hêza xwe ya mafdar berxwedanê bidomînin û teqez bi ser bikevin” dan. -
Li Deryaya Egeyê 85 koçberên Kurd asê mane
Li Deryaya Egeyê ev 12 saet in keştiyek a ku 82 koçberên Kurd têde ne, asê ma ye. -
HDP: Ji hemû mirinên li girtîgehê hikumet berpirsiyar e
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a (HDP) diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li ser Ocalan tê sepandin belavî hemû Tirkiyeyê bûye û anî ziman ku ji her mirinên li girtîgehê hikumet berpirsiyar e.