Berxwedana li Parka Saraçhaneyê ya karkerên ku piştî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû ve hedef hatin nîşandan, ji aliyê rêveberiya ÎBB'ê ve bi koda 42'an ji kar hatin avêtin, ket roja 30'emîn.
Piştevaniya Tarlabaşi, Kaldiraç, Platforma KHK’iyên Stenbolê, Ûmût-Sen, Partiya Karkeran bi Xwe, Parastina Valîdebagê piştgirî dan karkeran.
Di berxwedana ku govend û horon hatin gerandin de, ji xebatkarên ÎBB'ê yên di nava berxwedanê de ne Alçay Çelîk Alkan daxuyanî da. Alkanê bi bîr xist ku ew di roja 30. a berxwedana xwe de ne. Alkan, anî ziman ku bi daxwaza vegera ser kar ev meheke li berxwe didin û wiha got: “Me daxwazên xwe ji rêveberiya ÎBB’ê re ragihand. Li ser vê maseyek hat danîn û me nîqaş kir. Me ji wan re got ku heta daxwazên me pêk bên em ê li vir bimînin. Em li vir jî tînin ziman. Daxwaza me pir zelal e, em daxwaza vegera ser kar dikin. Em ê bi hêza xwe ya mafdar berxwedana xwe bidomînin û teqez em ê bi ser bikevin.”